Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên ku zilm li şêniyên Reqqayê kirine; bi zimanê tirkî diaxîvin

Dîmen

ALVA OSÊ

REQQA- Şêniyên gundê Cezre destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ`ê  ên dihatin gundê û zilm û zordarî li ser wan dimeşandin bi zimanê tirkî diaxîvin. REQ-NERINA-WELATIE-GUNDE-JEZRA

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ku ji ber rewşa hewayê ya nebaş hefreyekê hatibû rawestandin,  careke din hate destpêkirin. Bi dewamkirina hemleyê re, bi dehan gund, mezre û girên steratejîk hatin  rizgar kirin. Yek ji wan gunda jî gundê steratejîk Cezre bû.

Şêniyên gundê Cezre bi rizgarkirina gundên wan ji aliyê şervanên Xezeba Firatê ve kêfxweşiya ji ANHA`yê re anîn ziman.

Mihemed Casim El Omer da zanîn ku dema wan xwest ji herêmê derbikevin û xwe ji çeteyên DAIŞ`ê biparêzin, çete zagonên hişk û dûrî mirovahiyê li ser wan ferz kirine.REQ-NERINA-WELATIE-GUNDE-JEZRA5

El Omer behsa kiryarên çeteyên DAIŞ`ê bi serê wan kirine, kir û wiha got:ʺEm nikarin ji çeteyan re bêjin mirovin ji ber ew ji mirovahiyê dûr in. Eger di ber malekê re derbas bûbane û dîtibane ku jinekê cil û bergên rengê wan vekirî li ber xwe kiribin, hevjînê wê dibirin di perwerdeyeke  olî ku 15 rojan didomî, derbas dikirinʺ.

El Omer ji bo QSD`ê jî wiha got:ʺQSD`ê hêzeke mirovî û demokratîk e û ji bo gelê bindest têkoşînê dike″.REQ-NERINA-WELATIE-GUNDE-JEZRA3

Mehmûd El-Ehmed anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê di bin navê ola Islamê de mafên wan xwarin û got:ʺ DAIŞ`ê kafir e. Du zarokên min hebûn çete destûr neda ku bixwînin û em neçar kirin ku em di temenekî biçûk de serê her keçên xwe binuximîninʺ.

El Ehmed destnîşan kir ku çeteyên ku gundê wan dagirkiribûn zêdetirî wan Çaçan û Bakistanî bûn û wiha dirêjayî da axaftina xwe:ʺ Piraniya çeteyan bi zimanê tirkî diaxîvin û ev yek têkiliya Tirkiyê bi çeteyan re misoger dikeʺ.REQ-NERINA-WELATIE-GUNDE-JEZRA2

Her wiha Ehmed hestên xwe yên rizgarkirin bi vê gotinê anî ziman:ʺ Em îro azad nefes digrin″.

`Min her tim lava dikir ku QSD`ê were me rizgar bike`

Welatiya bi navê Necah Silêman jî got ku çeteyên DAIŞ`ê gaz û madeyên sotemeniyê li ser wan qutkirinbûn û wiha pê de çû:ʺ Ji ber vê yekê zilamên gund her roj diçûn êzing ji deverên dûrî gund kom dikirin û dianîn da ku me debara xwe ya jiyanê dikir″.

Necah Silêman anî ziman ku ew her tim li benda hatina QSD`ê bûn û wiha got:ʺMe dibihîst ku deverên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, şêniyên wê azad dijîn, ji ber vê yekê min her tim ji xwedê re dua dikir ku QSD`ê were me ji vê zilma çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikeʺ.

Necah Silêman wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺXwedê bersiva lavên min de û bi xêra QSD`ê em ji zilma DAIŞ rizgar bûnʺ.

QSD`ê gundê Cezre yê girêdayî navçeya El Kesre di 9`ê adarê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

(np)

ANHA