Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên PDK’ê malbatek Êzidî rehîn girtin

ŞENGAL Çeteyên PDK’ê malbatek Êzidî li ser rêya Sînûnê rehîn girtin.

Li gorî agahiyên ku malbata Mehdî Nayîf ragihandî, duh danê sibehê ji bo ku zaroka xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bikin ji aliyê çeteyên PDK’ê ve Mehdî Nayîf hate girtin. Mallbatê ragihand ji bo Mehdî zaroka xwe bibe nexweşxaneya Başûr li ser rêya bajarokê Sînûnê û Xanesorê hate girtin.

Dema ku malbat derbasî Sînûnê bûn, çeteyên PDK’ê malbata Mehdî girtin û çeteyan bi rêya telefonê li Mehdî geriyan jêre gotin heya tû neyê gel me em malbata te serbest bernedan. Mehdî jî neçar ma ji bo ku malbata xwe xilas bike çû cem çeteyan, lê Mehdî ji aliyê çeteyên PDK’ê ve hatin girtin û ne hat zanîn ku Mehdî birine kûderê.

Malbata Mehdî û zarokên wî serbest hate berdan.