Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên Tirk zarokekî Efrînê birîndar kir

Dîmen

EFRÎN – Di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Kefercene yê girêdayî navçeya Şera ya  kantona Efrînê de, zarokek birîndar bû.EFRIN-BIRINA-ZAROKI (1)

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî saetên nîvro, ji herêma Ezazê, gundê Kefercene û Qetma yên navçeya Şera topbaran kirin.

Nûçegihanên me ji Efrînê raghandin ku di encama topbarana çeteyan de, zarokê bi navê Serxebûn Elî yê 14 salî yê Kefercene birîndar bû. Elî niha li navenda Heyva Sor a Kurd a li gund tê dermankirin.

Li gorî endamên Heyva Sor rewşa zarok baş e.

(kc)

ANHA

EFRIN-BIRINA-ZAROKI (2) EFRIN-BIRINA-ZAROKI (3)