Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên Tirkiyê agir bi  erdên herêmên rizgarkirî dixe

ŞAHBA – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi erdên çandiniyê yên herêmên Şahbayê xistin, da êrîşî herêmên Şahbayê yên rizgarkirî û Kantona Efrînê bikin.

Nûçegihanên me ji herêmên Şahbayê ragihandin ku çeteyên Tirkiyê agir bi redên çandiniyê yên di navbera gundên Um Hoş û Berbel ên rizgarkirî yên herêmên Şahbayê xistin.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, texmîn tê kirin ku çeteyên amadekariya êrîşên li ser herêmên Şahbayê yên rizgarkirî û Kantona Efrînê dikin, tirsiyan ku ew erd mayînkirî bin. Ji ber wê agir pêxistin.

(mm)

ANHA

SEHBA-CETE-AGIR-BI-ZEVIYAN-DIXE1 ‫(1)‬ SEHBA-CETE-AGIR-BI-ZEVIYAN-DIXE1 ‫(149094914)‬ ‫‬ SEHBA-CETE-AGIR-BI-ZEVIYAN-DIXE1 ‫(1)‬ ‫‬