Têkilî | Derheqê me de

Çeteyên Tirkiyê li Eyn Deqnê derbeyên giran xwarin

Dîmen

ŞAHBA – Hêzên Şoreşger bi piştgiriya YPG′ê, êrîşa çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Eyn Deqnê têk birin û derbeyên giran li van dan.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku navê ″Ehil El-Diyar″ li xwe dikin, saet di 11.00′an de ji gundê Kilcibrîn bi çekên giran êrîşî gundê Eyn Deqnê yê herêmên Şahbayê kirin. Êrîş rastî bersivdayîna Hêzên Şoreşger hat.

Çeteyan her wiha êrîşî gundên Herbel, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet jî kirin. Dema ku êrîş fireh bû, şervanên YPG′ê destek dan Hêzên Şoreşger û bersiva êrîşan dan.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyeke leşkerî hatin wergirtin, di encama bersivdayîna şervanan de herî kêm 20 çete hatin kuştin (cenazeyên wan ketin destê şervanan), bi dehan çete birîndar bûn û çeteyek dîl ket destê şervanan. Her wiha miqdarek çek û cebilxane yên ku çeteyan li pey xwe hiştine jî hatin dîtin.

Çavkaniyê da zanîn ku piştî komên çete derbeyên giran xwarin, çekên û cenazeyên xwe li pey xwe hiştin û ji qadê reviyan.

(mm)

ANHA