Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên Tirkiyeyê 200 hektar li Şehba şewitandin

Dîmen

ŞEHBA- Çeteyên Tirkiyeyê carek din agir bi zeviyên gundên Um Hoş û Hirbil ên li Şehbayê xistin. Di encamê de derdora 200 hektar zeviyên welatiyan şewitî.

Nûçegîhana ANHA`yê li herêmên Şehba da zanîn ku dagirkeriya Tirk zeviyên gundê Um Hoş û Hirbil ên di navbera çeteyan û hêzên şoreşger bi hawan û topan hedef girtin.

Di encamê de agir bi 200 hektar ji zeviyên welatiyên herdu gundan ket û agir heta dema amadekirina nûçeyê gur bû.

Hêjayî gotinê ku çeteyên dagirkeriya tirk van gavan di çarçoveya dagirkirina herêmê û valakirina gundan de pêk tînin.

(nse)

ANHA

SEHBA-CETE-DIMAMDINA-SEWITANDINA-ERDAN ‫(1)‬ SEHBA-CETE-DIMAMDINA-SEWITANDINA-ERDAN ‫(1)‬ ‫‬