Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên Tirkiyeyê dîsa êrîşî Efrînê dikin

EFRÎN – Komên çete yên girêdayî Artêşa Tirk a dagirker topbarana xwe ya li ser Kantona Efrînê didomîne. Şervanên YPJ û YPG’ê hewldana çeteyan a kolandina xendeqan û avakirina nûqteyan li navçeya Cindirêsê têk birin.

Çavkaniyeke leşkerî ji nava YPG’ê diyar kir ku komên çete duh Girê Qestelê yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran kirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê berisva jî çeteyan dan, di encamê de şer derket. Derbarê encamên şer de agahî nehatin zanîn.

Çeteyên ku xwe li beramberî girên Beylûnê û Eyn Deqnayê yên navçeya Şêrawa bi cih kirine, xwestin xendeqan bikolin û nûqeteyên xwe çêbikin, şervanan berisva hewldana wan dan û çete neçar kirin ku  paşde vekişin.

Komên çete şevê din 5 topên hawanê avêtin Girê Bedirxan û navçeya Cindirsê û ziyanên madî çêbûn.

(bb)

ANHA