Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Cewhera Feratê’ bi xelata baştirîn dengbêj ji Tebqayê re vediger

Dîmen

TEBQA – Piştî ku beşdarî yekemîn mîhrîcana Orkêş a mûzîk û stranên gelêrî dibe, koma Cewhera Feratê (Duret El-Ferat) bi xelata baştirîn dengbêj li ser asta mîhrîcanê vegeriya Tebqayê.TEBQA-CANDU -HUNIR (4)

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya lidarxistina “Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelêrî” de ku li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hatiye lidarxistin, vexwendinnameyek ji Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a devera Tebqayê re şandibû. Li ser vê yekê Komîteyê koma bi navê “Duret El-Ferat” (Cewhera Feratê) ava kir da ku beşdarî mîhrîcanê bibe û çanda pêkhateyên Geliyê Feratê û civaka Ereban a derdora Feratê vebêje.

Di mîhrîcanê de 38 kom ji seranserî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe beşdar bûn. Di roja şeşemîn a mîhrîcanê de ku 8 rojan dom kir, koma Cewhera Feratê dîmenekî mûzîkê pêşkêş kir ku ji gelek helbest û stranên gelêrî bi cilûbergên folklorîk pêşkêş kir.

Di derbarê beşdarbûna di mîhrîcanê de hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî El-Elaye ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û wiha got: “Tevî hemû rewşa ku welatiyên Tebqayê têre derbas bûne û tevî ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê jiyan kirine, me karibû astengiyên xwe derbas bikin û bi kêmderfetên xwe beşdarî mîhrîcanê bibin û xelata herî mezin ji mîhrîcanê werbigirin.”

El-Elaye di berdewama axaftina xwe de got ku ev gava destpêkê ya koma Cewhera Feratê ye û dê bibe beşekî ji xebatên vejandina çanda herêmê.

Girêdayî heman mijarê Endamê Rêveberiya Buroya Têkliyan a Komîteya Çand û Hunerê Mesna Ebdilkerîm wiha got: “Ev mîhrîcan balkêş bû û têde biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ber biçav bû.”

Di van demên pêş de Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dê beşdarî pêşangeha pirtûkan ku dê li bajarê Minbicê were lidarxistin bibe. her wiha amadekariya beşdarbûna xwe ya mîhrîcana şano di hefteya bê de dike.

(jh)

ANHA