Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çi li pey hemleya ENKS’ê ya reşkirina YPG heye? -1

ANALÎZ

TAHA HAMID

Ji bo armancên kampaniyeya “YPG/YPJ’ê bixin lîsteya terorê de” ku hinek rayedarên ENKS’ê dane destpêkirin bê zanîn, divê ku mirov li hinek stasyonên berê vegere û li rola hêzên herêmî û planên wan ên tektîk û stratejîk di Rojava de, bikole û hûr bibe.

Tirkiye di şoreşa Sûriyê de

Di mehên destpêkê yên şoreşê Sûriyê û belavbûna wê li tevahî erdnîgariya Sûrî, hikumeta Tirkî ket nav hewldanan de û hemû buroyên xwe yê istîxbaratî seferber kirin.

* aliyê yekemîn: Birayên Muslimana (Îxwan)

Di gava yekemîn de Tirkiye rayedarên Koma Birayên Muslimanan ji Lundun, Misir û welatên Ewropayê vexwendin Stenbolê û li gelek bajarên Tirkiyê; bi taybet ên nêzî sînorê Sûriyê navendên daîmî ji wan re vekirin. Rayedarên komê ji vir dest bi plankirin û rêvebirina şerê leşkerî, polîtîk û taybet ê li ser xaka Sûriyê kirin.

Di vê navberê de û beriya şoreş ji rastiya xwe derkeve û veguhere şerekî navxweyî yê çekdarî, Hikumeta Tirkiyê kamp ji bo pêşwazîkirin û perwerdekirina ciwan û çekdarên ku ji artêşa rejîmê qut bûn, vekirin. Ev kamp ji aliyê istîxbarata Tirk dihatin rêvebirin. Vê re hemwext odeyên rêvebirina şerê taybet hatin avakirin. bi vê yekê re pêkhateya Sunî bi taybet dihat gurkirin û çek-kirin. Şoreş ber bi şerekî navxweyî yê di navbera pêkhateya Sunî û Elewî, dihat arastekirin. Di vê navberê de bi giranî kesên ku ji rejîma Baasê êş dîtibûn dihatin kişandin. Lewra herî zêde tevgera van li herêmên mîna Hema, Heleb û Idlib ku stargehên bingehîn ên Koma Îxwan El-Muslimîn in, xurt bû.

* Aliyê duyemîn: Qater û Siûdî Erebîstan

Tirkiye li aliyê din, gelek şande dişandin Qater û Siûdî Erebîstan, da ku tabloya ku ji bo pêşeroja Sûriyê piştî Asad amade dikir bi wan bide nasîn. Li ser bingeha ku ew ê hukim ê koma Birayên Muslimanan be, gaza Kendavê dê bi ser Sûriye û Tirkiye derbasî Ewropayê bibe (ku berê rejîma Sûriyê di bin zexta Îran û Rûsiyê de ev qebûl nedikir), herdu welat hatin lîstoka Tirkî. Lewra herdu welatan dest bi piştgiriya pereyan ji koma Îxwanan re kirin. div ê navberê de, Meclîsa Niştimanî ya Sûrî hatibû avakirin û ji bo xapandina raya gîştî û nixumandina rastiya xwe, gelek kesayetên Ilmanî, Xiristiyan û Kurd jî beşdarê kirin. Qeter û Siûdî jî kenalên xwe yên TV li pêşiya propogandaya rayedarên Meclîsê vekirin û wiha di xapandina raya gîştî de rolek diyarker lîstin.

* Aliyê sêyemîn: PDK û dûvikên wê li Rojava

Makanîzemya PDK’ê ya hundirîn û bingeha xwe ku xwe dispêre pêkhateya Sunî ya Neqişbendî ya muhafezekar, her wiha ji ber aloziya xwe bi hikumeta Bexdadê ya Şîî ku ji aliyê Tehranê ve tê birêvebirin, plana xwe ya dagirkirina quncê rojhilat ê Rojavayê Kurdistanê û tirsa xwe ji mezinbûna tevna civakî ya PKK’ê li herêmê, xwe spart hembêza aliyê Sûnî.

* Aliyê çaremîn: Komên tunderew ên musliman

Istîxbarata Tirkiyê bi hevkariya van hemû aliyên ku me li jorê binav kirin û fermandarên El-Qaîda li hemû welatên cîhanê dest bi avakirina çeteyên tunderew kir. ew li Tirkiyê perwerde kirin û şandin Sûriyê. Nemaze di oxira vê de hemû balafir û peravên xwe ji hatina ciwanan ji her devera cîhanê vekirin.

Armancên Tirkiye û alavên wê

Diyar e û her çavdêrekî ku polîtîkaya hikumetên Tirkiyê piştî hilweşîna Împaretoriya Osmanî şopandibe, dizane ku derdê yekem ê van hikumetan ewe ku doza Kurdî asteng  bikin û nehêlin netewa Kurdî li herêmê bigihêje tu mafekî xwe. Gihişt vê astê ku yek ji rayedarên wan (bawer im) Silêman Demîrel bû carekê got ku “Ew ê nehêlin tu statoyek Kurdî li tu devera cîhanê bê avakirin; heya ku ev çadirek li başûrê Afrîkayê be, ew ê qebûl nekin”.

Lewra hemû planên ku ji bo pêşeroja şerê Sûriyê ji aliyê generalên Tirkî ve dihatin amadekirin, armanc dikirin di gava yekemîn de nehêlin tu statoyek Kurdî li herêmê ava bibe.

Tirkiye di oxira vê de dest bi:

– Arastekirin hemû çeteyên ku ji gelek deverên cîhanê hatine, ber bi Rojava ve. Bi riya xîtabên hestwarî yên ol û nijadperest ku “ew ê xîlafeta Îslamî û Osmanî vegerînin” û “Kurd û Êzîdî gawir in” , ew li hember gelê Kurd sor dikirin.

– Sorkirina komên çekdarên muxalefetê li hember Rojava.

– Avakirina çekdarên Kurdî yên çekdar û di bin serpereştiya El-Partî de. her wiha piştgiriya lojistîkî dida van koman û bi gotina “hun di rêvebirina Rojava de ji YPG û Rêveberiya Xweser pêştir in. Tirkiye wê weke Barzanî nêzî wan bibe û wan weke rayedarên Rojava qebûl bike” ew ji bo êrîşên dijî Rojava amade dikirin.

Di vê oxirê de gelek planên leşkerî yên dijî Rojava hatin rêsandin; ku armanca van hemûyan ew bû ku, Rojava û Bakurê Sûriyê parçe bikin. Ji bo vê yekê jî li aliyekî komên çekdar ên cîhadî li deverên navberê yên ji Girê Spî û Kobanê heya bi Serêkaniyê û di navbera Hesekê, Şedadê, Şengal û Dêrazorê de bicih bikin. Li aliyê din jî wan di navbera Kobanê, Efrîn û Reqqayê de bicih bikin, da ku ev li Başûrê Şedadê bigihêjin hev. Her wiha wan li Ezaz, Marii, Idlib, Heleb heya bi Reqqayê ve jî bicih bikin.

Bi vê yekê re ew ê di 3 xelekan de dorê li Rojava bigirin û ambargoyê li ser herêmê ferz bikin. Paşê vê herêmê ji ENKS, Tirkiye û komên tunderew re bihêlin. Ango bi kurtasî Kurdan weke aktorê herî lawaz di vê qeyranê de bihêlin û wan li gora berjewendiyên xwe birêve bibin.

SIBA: YPG/YPJ û têkbirina planên dagirkeriyê

(ne)

ANHA