Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cihê kampa El-Tiwêhînê tê guhertin

Dîmen

TEBQA – Rêveberiya kampa El-Tiwêhîne ya bakurrojavayê bajarê Tebqayê pilan dike ku cihê kampê biguherîne û sotemenî û sobeyan ji koçberan re peyda bike.

Kampa El-Tiwêhîne 35 km bakurrojavayê bajarê Tebqayê ye û li ber gola Feratê hatiye avakirin. Koçberên di kampê de jî ji ber kêmbûna alîkariyan rewşeke dijwar jiyan dikin.

Di van demên dawî de jî bi taybet piştî ku rêjîma El-Esed gelek herêmên girêdayî Dêrazorê desteserkirin, hejmara koçberên ku ber bi herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de ne zêde bûn û di encamê de jî hejmara koçberên di kampê de jî zêde bûn.

Ji borî rêveberiya kampê hejmara malbatên koçber ku niha di kampê de bi cih bûne 1685 malbat in. Ji van koçberan ji sedî 40 ji parêzgehên Hema û Humsê ne û ji sedî 30 ji parêzgeha Dêrazorê ne. Hejmara giştî koçberan jî 8742 kes in û hêjî ev hejmar zêde dibe.

Bi hatina demsala Zivistanê, rêveberiya kampa El-Tiwêhîne li cihekî nû digere da ku kampê veguhêze vir û bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê alîkariyan pêşkêşî koçberan bike.

Daxwaza koçberan jî herî zêde bi peydakirina pêdiviyên xweparastina ji sermaya zivistanê ye. Nemaze piraniya kesên di kampê de temen mezin û zarokan e û li gorî rêveberiyê 720 temen mezin in û nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin, her wiha 1548 jî zarokên kêmtirî salekê ne û zarokên temenên wan bêtirî salekê ne 4523 zarok in û ji xwendin û nivîsandinê bê par mane.

Endama Rêveberiya kampa El-Tiwêhîne Ruqeya El-Hemûd girêdayî mijarê wiha got: “Tişta baş rûyên van zarokan bi ken e, lê tişta nebaş hebûna wan di kampê de ye. Di kampê de 75 zarokên astengdar hene û ti alîkariyeke tenduristî bi wan re nehatiye kirin.”

Alîkariyên tên pêşkêşkirin tenê girêdayî hin madeyên xwarinê ne. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqayê bi temamî rizgar kirin nêzî 200 malbatên Reqayê vegeriyan malên xwe û vê yekê hişt ku barê li ser kampê heta rêjeyekê sivik bibe.

Rêveberiya kampê ji bo van koçberan ji serma û barana zivistanê biparêze niha hewl dide cihê kampê biguherîne, ji ber ku cihê wê li ber keviya gola Feratê ye û ne guncaw e û di baranê de zemîna kampê dibe herî.

Li borî rêveberiya kampê, dê di vê mehê de kampê veguhêzin piştî ku cihê nû ku li çerxeriya gundê Ceeber hate diyar kirin û hêviya başbûna rewşa koçberan dikin.

Rêveberiya kampê her wiha hewl dide sobeyan û sotemeniyê jî ji koçberan re peyda bike.

(jh)

ANHA