Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çima Fîras Qesas girêva birçîbûnê ya vekirî dest pê kir?

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Rikberê Sûrî Fîras Qesas bi armanca zelalkirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêva birçîbûnê da dest pêkirin û ev 16 roj in birçîbûna xwe didomîne. Gelo Fîras Qesas çawa bi kesayeta Ocalan ve hate girêdan û sedema ku girêva birçîbûnê ya vekirî daye destpêkirin çi ye?

Yek ji kesayetên opozsîyona Sûriyeyê û endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk û Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Fîras Qesas, di 15’ê vê Cotmehê de bi armanca zelalkirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî ku hin nûçe hatin belavkirin ku rewşa wî ya tenduristî di zîndana Îmraliyê de ne aram e, dest bi girêva birçîbûnê ya vekirî kir.

Girêdayî sedema destpêkirina Qesas a girêva birçîbûnê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re wiha da xuyakirin: “Têkoşerê ronakbîr Ocalan ji bo min ne tenê rêberekî mezin ê gelê Kurd e, lê belê di asta herî jor de wekî feylesofê mirovahiyê ye û ji bo nirxên mirovahî û civakî yên bilind têdikoşe.”

Qesas destnîşan kir ku fikrên Ocalan çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê misoger dike û axaftina xwe wiha domand: “Çareseriyên ku Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re diyar kirine, ew tenê çareseriyê misoger dikin, lê belê ew tenê dikarin hemû pirsgirêkên cîhanê çareser bikin, nemaze pirsgirêkên ku bûne sedema hejandina sîstema cîhanê çareser dike.”

Qesas got ku jiyan û tenduristiya têkoşer Ocalan doza gelê Ereb û hemû gelên cîhanê yên bindest in û ne tenê doza gelê Kurd e.

‘Fikra Ocalan hişt ku ez helwesteke rikber werbigirin û Partiya Nûjen û Demokratîk damezirînim

Di derbarê sedemên girêdana wî bi kesayeta Ocalan ve Fîras Qesas wiha got: “Piştî ku min pirtûka Ocalan a ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê’ xwend û min tecrûbeya Partiya Karkerên Kurdistanê ya di destpêka salên 90’î ya sedsala borî de baş xwend, Ocalan ji bo min veguherî semboleke mezin û vê yekê hişt ku ez li hemberî rewşa Sûriyeyê û bandora partiya Baasê li ser jiyana welatiyan rikberiya xwe derbixînim. Her wiha hişt ku ez ji xwe derbasî din bibim û min projeya damezirandina Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyeyê da destpêkirin.”

Qesas got ku wî rastiya rêbazên têkliyên civakî yên civakên Rojhilata Navîn di parêznameyên Ocalan de xwendine û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Piştî ku min pirtûka Ocalan ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ bi baldarî xwend, min jihevketina rêbaza têkliyên civakî û çarçoveyên wê yên nû ya dîrokî û tevgera civakî, zayîna şaristaniya mirovahiyê, di diyardeyên nû û afrîner de nas kir.”

Qesas di destnîşan kir ku piştî xwendina wî ji pirtûkên Ocalan re nêrînên wî hatine guhertin û wiha domand: “Wê demê min nas kir ku em li pêşiya kesayetekî cîwaz in, hebûn, bandor û amadebûna wî di vê cîhanê de hebûna kesayetekî derbas dike. Em li pêşiya fîlozofekî mezin in û min lêhûrbûneke bi vî awayî ji nivîskarekî din re nexwendiye.”

Fîras Qesas axaftina xwe bi ANHA’yê re wiha bi dawî kir: “Ji bîstika Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk em ne li pêşiya kesayeta rêberê azad Ocalan in ku her tim li dijî şovenîzma toraniya Tirkiyeyê têdikoşî, lê belê em li pêşiya Ocalan, Ocalanîzma mirovahiya mezin in. Ocalanîzma demokrasiya nûjen û netewa demokratîk in.”

(jh)

ANHA