Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çima Idlib veguherî qadeke nû ya hevpeymanên herêmî?

ANALÎZ

NEWROZ OSMAN

Derket holê ku dewleta Tirk ya ku bi propagandayek mezin ragihand ku dest bi operasyona idlibe kiriye, ji çeteyen giredayî xwe bi navê Tugaya El-Muntesêr Bîllah û tabûrên El-Hemzat pêk tê artêşeke nu  ava dike.

Çavkaniyên ku ji herêmê agahî dan ajansa me, diyarkirin ku artêşa dewleta tirk 1500 endamên komando yên xwe beriya 15 rojan bi cilên Cebhet El-Nusra derbasî Idlibê kirine û hewl dide ku hêzekê ji 35000 leşkerên xwe pêk tên derbasî Idlibê bike.

Base herêma idlib ya çend rojê bi giranî ketiye rojeva herêm û cîhanê herêmeke çawaye? Li vê herêmê kîjan hêz hene û çi plan li ser herêmê têne kirin?

Idlib bajarek li ser sinorê tirkiyêye û ji gelek pêkhateyan pêktê

Piştî destwerdana Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de parêzgeha Idlibê weke bajarê Helebê û deverên girêdayî herêma Şehba yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne, veguherî çiraveke siyasî û leşkerî ku Tirkiye dixwaze bi riya wan pilanên xwe yên dagirkeriyê li giştî herêmê li ser hesabê şoreşa Sûriyeyê pêk bîne.

Parêzgeha Idlibê di aliyê hejmara niştecihan û cûdabûnên aborî de pêncemîn parêzgehên Sûriyeyê ye. Parêzgeha Idlibê bi çandiniyê û bi taybet çandiniya zeytûnan navdar e û navçeyên girêdayî wê yên weke Maarêt Mesrîn, Kefer Kelbîn, Kefer Kermîn, Dana, Etarêb û Sermeda li nêzî sînorê Tirkiyeyê dikevin.

Her wiha deriyê sînor ê Bab El-Hewa y agirêdayî parêzgeha Idlibê yek ji deriyên sînor ên sereke di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye. Parêzgeha Idlibê her wiha parêzgehên berava Sûriyeyê û parêzgehên Heleb û Hemayê bi hevûdu ve girê dide. Aliyê bakurê parêzgehê jî herêma Efrînê ye.

Li herdu deverên Cisir Şixor û Seraqêb ên girêdayî parêzgehê ji ber ku gelek pêkhate û mezheb têde jiyan dikin weke deverên girîng tên destgirtin. Li parêzgehê her wiha gundên Şîayî yên weke Fûa û Keferya hene, her wiha pêkhateyên Durzî û Xiristiyan jî hene. Rêjeya hejmara erebên Sunnî li vê parêzgehê nêzî ji sedî 80 ye.

Komên çekdar ên sereke li Idlibê

Ji sala 2015’an ve çeteyên Cebhet El-Nusra serweriya nêzî ji sedî 90 ji parêzgehê dikin û herêmên Erîha û Etarib weke navendên sereke yên çeteyên Cebhet El-Nusra tên nasîn û piraniya fermandarên wê ku bi eslê xwe ji Qoqaziyayê ne li herêma Etarib bi cih dibin.

Çeteyên Nûredîn El-Zengî, Feyleq El-Şam, Partiya Îslamî ya Tirkistanê li gundewarên Idlibê bi cih bûne, ango li aliyê başûrrojavayê bajarê Idlibê. Her wiha li gelek deverên parêzgehê hatine bicihkirin. Piştî pevçûnên di navbera Desteya Rizgariya Şamê (ku bi navê Cebhet El-Nusra tê nasîn) û Ehrar El-Şam de, çeteyên El-Nusra serweriya xwe li ser sînorê di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de ferz kirin û çeteyên Ehrar El-Şam şandin herêmên navîn û bakurê parêzgehê ango sînorê herêma Efrînê.

Tabûrên din ên weke Ehrar Sûriye ya girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşa Sûriyeyê ya di bin navê Artêşa Azad de li çiyayê El-Erbeîn hatine bicihkirin.

Idlib veguhertin qada şer û hesabxwestinê

Cihê parêzgeha Idlibê ya stratejîk ku li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye û aliyê wê yê bakur jî herêma Efrînê ye, her wiha parêzgehên Heleb û Hemayê bi parêzgehên berava Sûriyeyê ve girê dide, hişt ku gelek hêz li hemberî vê parêzgehê çavbirçîbûna xwe nîşan bidin û heta niha jî gelek pilan li ser hesabê şoreşa Sûriyeyê tên hûnandin.

Lihevkirina çar alî ya di Îlona îsal de di navbera rêjîma Sûriyeyê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê de piştî civîna Astana ya girêdayî parêzgeha Idlibê pêk hatiye, hevpeymaneke eşkere di navbera van hêzan de ye ku parêzgeha Idlibê bifiroşin Tirkiyeyê, lê lihemberî wê çi heye?

Hin çavkaniyên pê bawer diyar kirin ku çalakiya dagirkirina Idlibê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve piştî civîneke veşartî bi fermandariya Erdogan li bajarê Hatay ya Tirkiyeyê di 6’ê vê Cotmehê de pêk hatiye. Heman çavkanî destnîşan kir ku di vê civînê de rayedarên paya bilind ên artêşa Tirkiyeyê û pisporên biyanî ku diyar e yên Rûsî û Îranî bûn beşdar bûne.

Ev pêngav jî piştî gelek tevgerên dîplomasî yên pey serdana Potîn li Enqereyê û paşê jî serdana Erdogan li Tehranê, her wiha serdana Paşa Selman li Rûsyayê pêk hat.

Tunekirina tabûrên opozîsyonê yên mane û komên Tirk li şûna wan bêne bicihkirinEFRIN-IDLEB

Pilana herêmî ya herî girîng di derbarê Idlibê de ew e ku komên çete yên cûda ku ji Dîmeşq, Humis, Heleb û bajaroka Ersal a li ser sînorê Lubnanê di bin navê lihevhatina niştimanî de hatine derxistin û li Idlibê hatine bicihkirin, di bin sîwanekê de bêne komkirin. Gelo ev şer dê tabûrên opozîsyonê yên mane tune bike û komên Tirk bêne guhertin?

Gelo Tirkiye hêzeke nu çeteyan avadike?

Li gorî belgeyên hatine bi dest xistin, Tirkiye artêşekê ku ji Tugaya El-Muntesêr Bîllah û tabûrên El-Hemzat pêk tê, ava dike, ku niha li ser sînorê herêma Şehba hatine bicihkirin û niha ji Ezaz û Marihê (Çoban Beg) tê vekişandin û di riya deriyê sînor ê Bab El-Selamê ya li Ezazê ber bi deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya Idlibê bi riya Tirkiyeyê tên veguhestin.

Komandoyên tirk bi cilên çeteyên Nusra derbasi hindir bun

Ji aliyekî din ve hin çavkaniyan destnîşan kirin ku 1500 endamên komando ên Tirkiyeyê beriya 15 rojan bi cilên Cebhet El-Nusra derbasî Idlibê bûne û ji aliyekî din ve jî Tirkiye hewl dide hêzekê ji 35000 leşkerên Tirk derbasî Idlibê bike. Heman çavkaniyan diyar kirin ku evan leşkerên Tirk dê li deverên stratejîk weke çiyayê Şêx Berekat, çiyayê Aqîl ên li hemberî kantona Efrînê û Daritizzê û li eniyên li hemberî çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bêne bicihkirin.

Serokê Tirkiyeyê Erdogan beriya çend rojan ragihand ku ew amade ye derbasî Efrînê bibe, ev jî naveroka pilana Tirkiyeyê ye.

Ya herî girîng ew e ku derbasbûna Tirkiyeyê li Idlibê li gorî hevpeymanekê tê meşandin. Ew plan jî ewe ku di navbera çeteyên El-Nusra û artêşa Tirkiyeyê de pevçûn dernekevin, weke ku li Cerablûsê de jî pêk hatiye. Niha ev tişt li ser erdê tê meşandin û heta niha ti pevçûn di navbera wan de derneketine. Li vir eşkere dibe ku Cebhet El-Nusra aliyekî vê hevpeymana jorî ne.

Buhaya Idlibê çi ye?

Dibe ku pirsa herî girîng a girêdayî hevpeymana çar alî ya behsa mijarê derdikeve holê ev be: Buhaya Idlibê çi ye? Eşkere ye ku Tirkiye li paş hemû pilanane ku hewl dide projeya federaliya Bakurê Sûriyeyê têk bibe. Ango rêvekirina li pêşiya derbasbûna Tirkiyeyê di Idlibê de ewe ku divê Tirkiye çeteyên xwe ji herêma Ezaz û Çoban Begê vekişîne û li şûna wê hêzên Rûsyayê di bin navê (Asayîşa Leşkerî ya girêdayî hêzên Rûsyayê) bêne bicihkirin. Paşê jî Rûsya van deveran hêdî hêdî radestî rêjîma Sûriyeyê bike.

Pilana Tirkiyeyê herêmên berava Sûriyeyê jî digire nava xwe

Li gorî çavkaniyên pê bawer, hejmareke endamên artêşa Tirkiyeyê di şevên 8-9’ê vê mehê de bi riya bajarê Reyhanliyê ya li nêzî sînor derbasî deverên Idlibê yên di navbera Cisir Şixor a Idlibê û Keseb û deşta Xab ên berava Sûriyeyê bûne. Heman çavkaniyan piştrast kirin ku kesên derbasî van deveran bûne suba û fermandarên artêşa Tirkiyeyê bûn û evan kes hêjî li van deveranin û êdî Tirkiye pilana xwe li herêma berava Sûriyeyê jî dimeşîne.

(jh)

ANHA