Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çima mijar ewqasî tê mezinkirin?!

ANALÎZ

NÛRHAT HESEN

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê BBC raporek belav kir û têde îdîa kir ku lihevkirinek di navbera QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pêk hatiye û li gorî wê çete ji Reqayê hatine derxistin. Gelo çima ev mijar ewqasî tê mezinkirin, tevî ku hevpeymanên eşkere û veşartî yên cûda li Sûriyeyê pêk tên?

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve li gundewarê bakurrojhilatê bajarê Hemayê derketin û Tirkiyeyê jî parêzgeha Idlibê bi hevkariya çeteyên Cebhet El-nusra dagir kir, ev mijar derket holê. Gelo çima ti alî behsa vê mijarê nakin û hemû naxwazin behsa vê mijarê bikin.

Senaryoyên kevin..

Eger ev lihevhatina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de rast be weke ku îdîa dikin, ev ne cara yekemîn e ku lihevkirinên bi vî rengî pêk tên. Eger em bi bîr bînin ku çawa çeteyên DAIŞ’ê di Tirkiyeyê re êrîşî Kobanê kirin, her wiha derbasbûna Tirkiyeyê ya Cerablûsê piştî ku DAIŞ jê vekişiya, dagirkirina wê li Idlibê û ji nû ve derketina DAIŞ’ê li gundewarê Hemayê, diyar dibe ku ew ji van îdîayên wan ne cûda ne.ANALIZ-LI-SER-REQQA (2)

Kobanê şahidê alîkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re ye, dema ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) di Kobanê de bi lehengî li hemberî tankên çeteyan li ber xwe didan, artêşa Tirk kemyonên cebilxaneyê ji çeteyan re dişandin. Ev yek jî li ser zimanê serçeteyekî ku di van demên dawî de xwe radestî şervanên QSD’ê kiribû hate piştrastkirin. Ajansa me di vê derbarê de raporeke ji sê beşan weşand û ew jî ev in: Êrîşa li dijî Kobanê li balyozxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê hatiye pilankirin , Artêşa 300 hezar leşker… li Kobanê şikest , Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li ser zimanê serçeteyekî .

Çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê Îlûna 2014’an de êrîşeke hovane li dijî kantona Kobanê dane destpêkirin. Di sibeha 29’ê Mijdara 2014’an de, bajarê Kobanê rastî êrîşeke herî dijwar hat, nemaze piştî ku çeteyan nikaribûn bendên parastinê yên şervanên YPG’ê û YPJ’ê bişkînin di hundirê Tirkiyeyê re êrîşî deriyê sînor ê Murşidpînarê kirin, vê yekê hevkariya di navbera çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirkiyeyê de eşkere kir. Çeteyên DAIŞ’ê ji ber berxwedana leheng a şervanan neçar man hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re eşkere bikin û li pêşiya çavên giştî cîhanê êrîşên xwe li dijî Kobanê ji axa Tirkiyeyê bidin meşandin.

Di 24’ê Tebaxa 2016’an de, artêşa Tirkiyeyê dagirkeriya Cerablûsê kir û dîsa li pêşiya çavên giştî cîhanê tenê guleyekî jî li dijî çeteyan ne teqand. Her kes nas dike ku di navbera çeteyên DAIŞ’ê û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de hevkariyeke xurt heye.

Tirkiyeyê alên xwe li ser saziyên xizmetguzariyê yê bajêr bilind kirin û navên wan bi navên Tirkî guhertin, her wiha gelek navên gund û bajarokên van deveran guhertin. Gelo çima evan hewldanên Tirkiyeyê yên guhertina demografiya herêmê tên veşartin?

Geşedanên rû didin ji aliyê herî kesî ve tên nasîn, lê ti kes behsa van mijaran nake.

Hevpeymanên niha pêk tên..ANALIZ-LI-SER-REQQA (1)

Li rex berxwedana ku li herêma Efrînê ya li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê tê meşandin, artêşa Tirkiyeyê cihê xwe li ser sînorên Efrînê diçespîne. Li gorî hevpeymana Astanayê diviyabû ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê tenê çavdêrên xwe derbasî Idlibê bike û çavdêriya herêmên kêmpevçûn bike, lê Tirkiyeyê artêşa xwe li gel çek û cebilxaneyeke mezin derbasî parêzgeha Idlibê kir û niha baregehên xwe yên leşkerî li van devera ava dike. Herî daswî artêşa dagirker a Tirkiyeyê li çiyayê Şêx Berekat baregeke xwe ya mezin ava dike.

Dema ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê derbasî Idlibê dibû, eşkere bû ku hevkariyê bi çeteyên Cebhet El-Nusra re jî dike. Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê ku niha di kampa Atmayê de rûdine diyar kir ku leşkerên Tirk di destpêka derbasbûna xwe de cilûbergên çeteyên Cebhet El-Nusra li xwe kirin. Her wiha deverên ku artêşa Tirkiyê derbasî wan bûye di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra de bûn.

Hin çavkaniyên pê bawer ji ajansa me re diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê careke din li gundewarê bakurrojhilatê Hemayê derketine û beriya demekê bi awayekî veşartî li heman deverê tevdigeriyan. Heman çavkanî da zanîn ku evan çete ji Dêrazorê hatine. Gelo çawa çeteyên DAIŞ’ê dikarin 150 km derbas bikin, bêyî ku rêjîm wan bigire. Ev yek jî eşkere dike ku di navbera rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de jî hevkariyek heye.

Her wiha ti kes behsa derketina DAIŞ’ê li gundewarê Hemayê nake, lê dezgehên çapemeniya Tirkiyeyê û hin dewletên Ereban di hemû sernûçeyên xwe de behsa rapora BBC dikin.

Çima mijar ewqasî tê mezinkirin?!..ANALIZ-LI-SER-REQQA (3)

Diyar dibe ku pilaneke navnetewî li paş dubarekirina vê mijarê di sernûçeyên xwe de heye. Li rex aloziya di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de, Tirkiye dixwaze nîşan bide ku di navbera Emerîka û çeteyên DAIŞ’ê de jî hevpeyman hene.

Mijara Riza Zarab ku xwedî nasnameyên Tirkî û Îranî ye û hatiye tewanbarkirin ku alîkariya Îranê bi milyonan dolaran kiriye di dema ku Emerîka ji ber bernameya nuklerî ya Îranê ceza danîbûn ser wê. Her wiha li xwe mukur hat ku di navbera Tirkiye û Îranê de hevkariyek di vê mijarê de jî heye û vê yekê hişt ku Tirkiye bi hêrs bibe û hewl bide bi hemû rêbazan Emerîka riswa bike, ji ber vê yekê rojane dîmena di rapora BBC de hatiye weşandin dubare dike.

Tirkiye her wiha Telal Silo ku ji QSD’ê cûda bûye weke kaxezeke zextê li dijî Emerîka bikar tîne. Îcar mijar dubare weşankirina vî dîmenî û îdîayên wan a vê lihevkirinê tenê kaxezeke zextê li dijî Emerîka ye. Lê li aliyekî din dezgehên çapemeniyê hevpeymanên veşatî û eşkere yên di navbera DAIŞ’ê û rêjîma Sûriyeyê de û yên di navbera Tirkiyeyê û DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra de ji aliyekî din ve, ku heta niha berdewam in, paşguh dike.

(jh)

ANHA