Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çima QSDʹê baweriya her kesî girtiye?

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Bû cihê baweriya şêniyên herêmê û baweriya hêzên navdewletî pêk hat. Bû bingeha hêza ku ji bo demokrasiyê û jiyna hevbeş tekoşînê dike. Hemleya wan di asta herêmî û cîhanî de deng veda. Ji ber vê yekê rêveberiya hemeleya li dijî paytexta DAIŞʹê bi rêveberiya wê pêk tê.ANALIZ-HEMLEYA-REQQA ‫(1)‬

Hêzên YPG/YPJ, Asayîş jî di nav de 13 hêzên leşkerî di 15ʹê cotmeha 2015ʹan de avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragîhandin. Armanca avakirina QSDʹê rizgarkirina herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞʹê û parstina gelê herêmê ye. Hemû şervanên tevlî hêza QSDʹê bûn ji gelên Sûriyê ne û ciwanên kurd, ereb, asûr, çerkes, ermen û herwekî din cih di nava de digrin.

Hêzên QSDʹê di tekoşîna xwe de nirxên Netewa Demokratîk esas girt û ji gelê herêmê re bû hêviya azadî û xelasiya ji zulmê. Ev yek ji ber ku ev hêz ji fikrê tund û nijatperest dûr ket û li eser esasê hevgirtina hemû pêkhateyan dest bi tekoşînê kir.

Ji ber nirx û bingeha dirist ku vê hêzê şopand û exlaqê ku şervanên QSDʹê li ser meşiyan, şêniyên herêmê bang li wan kirin ku wan ji çeteyan rizgar bikin. Li ser vî esasî di 15ʹê cotmehê de hemeleya yekem ji bo rizgarkirina başûrê Hesekê û paşê rizgarkirina heêrma Holê û di encamê de herêmek berfireh ku bajaroka Hol û 196 gund tê de hate rizgarkirin.

Hemleya duyemîn jî li herêma Bendava Tişrîn başûrê Kobanê di 23ʹyê kanûnê de hate dstpêkirin. Di encamê de bajaroka Sirîn û Bendava Tişrîn ku di herêmeke bi firehbûna 60 kîlometre çarkoşe hate rizgarkirin.

Hemleya sêyemîn jî di 28ʹê sibata 2016ʹan de bi navê ʺTolhildana Êlîn û Cûdîʺ hate destpêkirin. Ev hemeleya piştî ku çeteyên DAIŞʹê bi hevkariya dewleta Tirk ku sînorê xwe ji çeteyan re vekir pêk hat. Di encama hemleyê de herêma ji Çiyayê Kizwanan û heta Bakurê Reqqayê destpê kir. Di encamê de çembereke parstinê ji kantona Cizîrê û herêma Girê SPî re hate çêkirin.ANALIZ-HEMLEYA-REQQA ‫(138215937)‬ ‫‬

Di encama hersê hemleyan de bi dehezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, gund û bajarokên hatine rizgarkirin ji mayînên ku çeteyan bi cih kiribû hatin paqijkirin. Hêzên QSDʹê her wiha pêdiviyên rojane yên şêniyên herêmên rizgarkirî pêkanîn. Hemû hemeleyên QSDʹê di tevahiya Sûriyê û cîhanê de deng veda. Ji ber exlaq û hevgirtina ku vê hêzê pêk anî nêzî 20 komên din jî tevlî bûn.her wiba bi dehan ciwanên ji Ewropa û welatên cîhanê berê xwe dan heêrmê û tevlî bûn. Ji wan şervana binavê Ayşa Denîz a di hemeleya Xezeba Firatê de şehîd bû û  Mîşêl ISraîl ( Robîn Agirî) ê ji Amarîka hatbû, Anton ê ji Almaniya hatibûn û  di hemeleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bûn.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê ku DYAʹyî serkêşiya wê dike bi vê hêzê re ket nava hevkariyê. Bingeha hevkariyê bi Kobanê dema hêzên YPG/YPJʹê di sala 2014ʹan de bersiva êrîşên çeteyên DAIŞʹê dan. ev hevkarî pêşket û di encamê de hêzên QSDʹê hate avakirin. Di çarçoveya wê de QSDʹê giringtirîn hemeliyên xwe ya Xezeba Firatê ragîhand.

Hewldanên reşkirinê têk çûn

Dengvedana hêzên YPG, YPJ û QSDʹê ya di cîhanê de ne xweşiya hin dewletan û di serî de Tirkiyê hat. Ji ber vê yekê Tirkiyê û hin hevkarên wê dest bi siyasetên reşkirin û îdayên ne rast kirin. Ev yek di riya saziyên çapemeniyê yên erebî wekî Qeter û Erbeistana Siûdiyê û hin saziyên ku binavê opozisyonê tevdigeriyan pêk hat. Ji ber ku wan hêzan tu kiriyarên li ser wan dihate gotin ne kiribûn, ne wekî komên din ên bi navê Opozisyonê tevdigeriyan wekî Mertala Firatê, baweriya gelê heêrmê bi wan hat. Lê belê vê hêza rizgakririna gelê herêmê û parstina wan esas girtin.

QSDʹê hêza herî dikare Reqqayê rizgar bikeANALIZ-HEMLEYA-REQQA ‫(138215938)‬ ‫‬

Ji ber vê yekê hêza herî ber bi çav ku dikare Reqqayê rizgar bike, QSDʹê bû, ev yek ji aliyê hemû hêzên navdewletî jî hate erêkirin û di serî de Amarîka ku piştgiriya hemeleyê dike û heta niha jî çekan û alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.

Hêza QSDʹê ji destpêkirina hemeleyê û heta niha herêmeke berfireh ji DAIŞʹê rizgar kirin,bajarên stratejîk wekî Tebqa, Bendava Firat û Bendava Azadî hatin rizgarkirin. Niha jî hêzên QSDʹê Bargeha Çeteyan a sereke Reqqyê dorpêçkirine û dest bi Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina bajar kirine.

Cenga Mezin bi beşdarbûna  YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê pêk hat. Her wiha bi hevkariya hêzên Koalîsyona navdewletî. Şêniyên herêmê jî bi hemû beşên xwe di nava vê hêzê de di nava hevkariyê de ne.

Di asta hindirîn deANALIZ-HEMLEYA-REQQA ‫(138215939)‬ ‫‬

Di asta hindirîn de gelê Sûriyê bi serkeftinên QSDʹê bi bandor bûye û bi taybet şêniyên herêmê ku êşeke mezin ji çeteyên DAIŞʹê kişandine, niha jî piştigirya hêzên QSDʹê dikin, bi hezarna ciwanên Reqqayê û gundên rizgarkirî tevlî QSDʹê bûne û niha di hemeleya rizgarkirinê de cih digirin. Gelê herêmê bi dilgermî pêşwaziya wan dikirin û digotin em ji mêj ve li benda we bûn.

(dc)

ANHA