Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çîroka jina Suryan ku QSD`ê ew rizgar kir wiha ye

Dîmen

MEDYA HENAN-MURADA KENDA

QAMIŞLO- Ji ber suryan bû ew kirin misilman, jin weke meta bikartanîn û jinên li hemberî wan şer dikin, malzarokên wan radikin.

Rîta ji gundewarên Mûsilê ye, çeteyên DAIŞ`ê di dagirkeriya xwe ya Mûsilê ew revadibûn, navê kiribûn Mariya û li bazara El-Nexase ya di navbera Iraq û Sûriye de dirotbûn.

Rîta Hebîb Eyûb (30) keçam malê ya tenê ye. Ji gundê El-Hemdaniyê yê girêdayî bajarê Mûsilê ye. Li gundê wan misilman û suryan bi hev re dijîn. Dayîka wê sala 2005`an wefat dike û ew û bavê xwe bi hev re dijîn.

Gundê Rîta 2014`an rastî dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê tê, agahiya Rîta bi vê yekê nîne û ew ji bo demekê çûbû Tirkiyê. Dema ku vedigere gundê xwe dibîne ku şêniyên gundê wan ji gundê xwe derdikevin. Cîrana wê jê re dibêje ku çeteyên DAIŞ`ê nêzî gundê wan bûne. Ew xwe dighîne bavê we, firset nabînin ku ji gund derbikevin û ew û bavê xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve têne girtin. Çeteyên DAIŞ di bin nave xenîmetên şer mal û mulkên gundê Rîta talan dikin.

Çîroka Rîta wiha dest pê dike

Ez û bavê min em li gel malbatên dîtir ên ku girtibûn birin navenda tenduristiyê ya bajarê Mûsilê. Jin û mêr ji hevdû cûda kirin û mêrên temenê wan 35 derbas dikir ew bi otubusan birin Hewlêrê.

Ez û jinên  suryan ên dîtir em li navenda tendurûstiyê hiştin, rojê tenê carekê xwarin û kêmek av didan me. Em li navendê asê kiribûn û ji derve bi erebeyên xwe li derdora me digeriyan û digotin:״Allah Ekber״. Heyanî niha dengê wan di guhê min de û ji wî wextî ve min agahî ji bavê xwe negirtiye.

Navê Rîta dikin Marya

Piştî du rojan em ji navenda tendurûstiyê bi du keçikên temenê wan biçûk Rena (10) û Kirîstîn (3) û lawikê bi nave Îsa (13) birin ji derveyî navenda tendurûstiyê.

Navê min kirin Marya, nave Kirîstîn kirin Zeyneb û zarok li ser malbatên çeteyên DAIŞ`ê belav kirin. Îsa jî dan serçeteyên DAIŞ` û her du keçik birin gundekî derdora Mûsilê dan serçeteyên DAIŞ`ê û ez jî li gel xwe hiştim.

Wê difroşin çeteyekî Iraqî

Ez dam çeteyekî bi navê Ebû Meseeb El-Iraqî. Ez gelekî ditirsiyam û gotin ji min dernediket. Min nizanîbû wê çi bînin serê min. Dema ez ji xwe re difikirîm bela xwe li min dixistin.

Ebû Meseeb El-Raqî ez birim bajarê Mûsilê mala xwe. Li mala wî jineke Êzidî hebû bi navê Şeza (14) hebû. Wî çeteyî destdirêjî min û Şeza kir.

Şerê taybet li ser wan didin meşandin

Em bi roj di odeyekê kilît dikirin û bi şev jî dema ku Ebû Meseeb vedigeriya em neçar dikirin ku em li dîmenên serjêkirina mirovan temaşe bikin. Li pêşiya çete min tirsa xwe diyar nedikir û ji min dipirsîn ez ditirsim an na. Min ji wan re digot:״ Ez tenê ji xwedê ditirsim״. Carekê dema ku dîmenên serjêkirine bi darêzorê bi me didan temaşekirin, Şeza birayê xwe jî di nava wan de dît. Çete birayên wê serjêkirin û kuştin. Carekê Şeza di dîmenan de dît ku çete birayê wê serjêdikin.

Rîta derbasî Sûriyê dikin

Ez salekê û 6 mehan li gel çeteyê bi navê Ebû Meseeb li bajarê Mûsilê mam. Wî ez firotim çeteyekî dîtir ku ji Sûrî bû. Wî çeteyê ji Sûrî dema ku ez birim Sûrî ez firotim çeteyekî ji Siûdiyê yê bi navê Ebû Xalid El-Siûdî û hevjîna wî ji Mexib bû.

Hevjîna wî çeteyî rojane ez işkence dikirim, serê min li dîwaran dixist heyanî xwîn di difna min re tavêt.

Wê neçar dikin olê xwe bugherîne

Ebû Xalid El-Siûdî bi zorê Qurean bi min dida xwendin û gef li min dixwar eger ez nebim Misilman wê min bukje. Ew ji olê Islamê dûr bûn jina ku li hemberî wan şer dikir ew kêm û kafir didîtin.

Jinan işkence dikirin û malzaroka wan radikin

DAIŞ jineke ji Kobanê girtibûn û ji wextê şerê Kobanê ve li gel wan girtîbû. Wê jinê xwe radestî wan nedikir û ji ber li hemberî wan şer dikir malzaroka wê rakirin. DAIŞ jin weke meta kirîn û firotine bikartanî.

QSD`ê wê rizgar dikin

Çeteyên DAIŞ`ê Rîta ji bajarê Reqayê derbasî bajarê Elbo Kemal ê Dêrazorê dikin. Salekê û çar mehan li gel bajarê Elbo Kemal dimîne û piştre wê dibin deşta Şieetat a gundewarên Dêrazorê.

Şervanên QSD`ê di çarçevê Hemleya Bagera Cizîrê de Rîta li deşta Şieetat a Dêrazorê rizgar dikin. Piştî ku Rîta ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dibe wê tînin bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê û datînin gel Desteya Jin a kantona Cizîrê.

`Radest nebin`

Rîta di dawiya çîroka xwe de ji bo jinên tada û işkence ji çeteyên DAIŞ`ê dîtine wiha got:״ Radest nebin, jiyana xwe berdewam bikin. Em bûn qurbaniyên DAIŞ`ê lê belê piştî QSD`ê em rizgar kiirn divê em xwe bidin ber hemû zor û zehmetiyan״.

(np)

ANHA