Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çîrokek berxwedan û hunandinê: Şêxmeqsud -4

HELEB – Salên 2015 û 2016’an li rex berxwedanê, bûn salên serkeftin û avakarina sîstema mînak ji bo herêmê.   HLB-DOSYA4 ‫(38863361)‬ ‫‬

Hêzên rêjîma Baas di 3’yê sibata 2015’an de li Seken El-Şebabî bendên kontrolê yên YPJ’ê bombebarana kirin. Di bombaranê de şervana YPJ’ê Şoreş Mehmo (Canda Welat) ya ji gundê Qestel Mixtar ê navçeya Bilbila Efrînê şehîd bû. Ji bo bersivdayîna êrîşan, YPJ’ê çalakiyek li hember hêzên rêjîmê yên li taxa Şêxmeqsûd lidar xist. Di çalakiyê de 3 endamên rêjîmê hatin kuştin.

Ji nivîya sala 2015’an heta dawiya salê komên çete jî êrîşî Şêxmeqsud kirin û ambargo pêk anî.

Komên çete yên Cebhet El-Îslamiya El-Kurdiye, Cebhet El-Şamiya, Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Tabûrên Ebû Emara, Firqeya 16, Ehfad El-Selatîn, Feyleq El-Şam, Fewec El-Ewel, Tabûra Sefewa, Tevgera Nûredîn El-Zinkî, Tabûrên Siwar El-Şam ên ku Cebhet El-Nûsra serkêşiya wan dike, di 2’yê gulana 2015’an de, li hemberî taxa Şêxmeqsûd di bin navê “Lebeyikî ya Uxtah” hatin ba hev.HLB-DOSYA4 ‫(38863362)‬ ‫‬

Van koman di meha gulanê de dest bi êrîşan kirin. Êrîşa herî dijwar di 28’ê gulanê de pêk hat û bi dehan sivîl bûn qurbanî. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva van êrîşan dan û çete neçar kirin ku ji taxê vekişin.

Komên çete yên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê di 22’yê îlona 2015’an de dest bi astengkirina alîkariyên ku dihatin taxê kirin û nehiştin ku madeyên sotemenî, derman, her wiha madeyên alîkariyê derbasî taxê bibin. Li aliyê din bêserûber tax topbaran kirin.

Komên çete yên Cebhet El-Nusra bi tevlîbûna Lîwa Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Sultan Mihemed El-Fatih, Fewc El-Ewel, Tevgera Ehrar El-Şam û kombûna Festeqim di 27’ê mijdara 2015‘an de careke din bi dijwrî êrîşî taxê kirin, êrîş hetanî payîza 2016‘an dom kir.

SeferberîHLB-DOSYA4 ‫(1)‬

Li heberî êrîşan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 20’ê Sibata 2016’an de seferberî îlan kir û şêniyên taxê bi aramanca ku taxa xwe biparêzin seferber bûn.

Bi destpêka payîza 2016’an re, komên çete di êrîşên xwe yên li ser Helebê de hêdî hêdî şikestin û windahî dan. Girêdayî têkçûna çeteyan, ambargoya li ser herêmê jî rabû. Heta dawiya 2016’an di encama berxwedana mezin û dîrokî de hemû êrîş hatin şikandin.

Çekên kîmawî hatin bikaranîn

Taxa Şêxmeqsûd di sala 2016’an de sê caran rastî topbarana bi çekên kîmyewî hat. Di 8’ê adarê û, 7-8‘ê nîsanê de êrîş pêk hatin û bi dehan sivîl jehrî bûn. Çeteyên ku navê Ceyş El-Îslam li xwe dikin bi daxuyaniyeke fermî îtîraf kirin ku wan çekên kîmyewî bikar anîne.

Rapora Rêxistina EfûyêHLB-DOSYA4 ‫(38863364)‬ ‫‬

Rêxistina Efûya Navnetewî têkildarî êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd raporeke amade kir û ev tişt diyar kirin: “Komên çekdar li taxa Şêxmeqsûd û herêmên derdora wê, bê serûber êrîş dikirin. Di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar çêbûn, her wiha ziyanên madî gihîştin avahiyan.”

Di rapora ku zaniyariyên wê ji şahidan bûyeran hatine girtin de wiha dihat gotin: “Di navbera sibatê û nîsanê de, di encama êrîşên komên opozîsyonê de zêdetirî 83 sivîlên ku 30 ji wan zarok in, hatin kuştin, 700 jî birîndar bûn. Çekdarên opozîsyonê bi çekên giran û topên hawanê herêmên di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel de topbaran kirin.”HLB-DOSYA4 ‫(38863365)‬ ‫‬

Alîkariya yekem

Piştî 10 mehan ji ambargoyê, cara yekem, ango di 22’yê hezîrana 2016’an de kamyonên alîkariyê ku Netewên Yekbûyî şandibûn, derbasî taxê bûn.

Di 7’ê îlonê de çeteyan opozîsyona Suriyeyê, li taxa Şêxmeqsûd komkujî pêk anî û tekane bijîşkê taxê Şahid Cemyan ku bi eslê xwe ji Dêra Zorê yê, şehîd bû. HLB-DOSYA4 ‫(38863366)‬ ‫‬Cemyan di Rêxistina Heyva Sor a Kurd de kar dikir û bi seden birîndar ji mirinê rizgar kiribûn.

Taxên rojhilat hatin rizgarkirin

Piştî ku êrîşên çeteyan hemû hatin şikandin, şervanên YPG/YPJ’ê di destpêka mijdara 2016’an de li rojhilatê bajar ku çeteyan her tim ji vir êrîş dikirin, hemleya papijkirinê da destpêkirin. Di vê hemleyê de 6 taxên bi navê Bustan Başa, Hulok, Beydîn, Şêx Xidir, Heyderiyê û Şêx Faris yên dikevin bakûr rojhilatê Helebê ji çeteyên opozîsyona Suriyeyê û Cebhet El-Nûsra rizgar kirin.

Bi rizgarkirina taxan, hêza çeteyan şikestin û ambargoya li ser taxê hate rakirin.

Hûnandina sîstemê

Piştî ku herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, tora sîstema xwerêvebiriyê hat berfirehkirin. Şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya HLB-DOSYA4 ‫(1)‬ ‫‬Demokraîtk a Efrînê di meha kanûna 2016’an de serdana Helebê kir û soza alîkardayîna da. Li aliyekê komîn û meclîsên li Eşrefiye û Şêxmeqsud hatin bihêzkirin, li aliyê din li herêmên ku nû hatine rizgarkirin, ev sîstem hat hûnandin.

Di demeke ku hêzên herêmî û navnetewî li ser pêşeroja Helebê di axivin de, sîstema ku di encama berxwedana 5 salan de derketiye holê, ji bo herêmê dibe tekane riya çareseriyê.

(bb/a)

ANHA