Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çîrokek berxwedan û hunandinê: Şêxmeqsud

 HELEB – Di 5 salên aloziya Suriyeyê de berxwedana herî domdirêj li vê taxê hat nîşandan. Dema bajar bi tevahî hildiweşiya, wê rista jiyanek nû dirisand. Niha jî jiyanê vedihûne. 2

Li Suriyeyê dema ku pêla serhildana gelan ji aliyê hêzên berjewendîparêz ve ji riya wê hat derxistin û aloziyan destpê kir, yek ji cihên ku bû navenda van aloziyan, bajarê Helebê bû. Hema bêje hemû hêzên herêmî û navnetewî, planên xwe li vir diceribandin. Bazar hemû li ser vê herêmê hatin meşandin, loma hemû polîtîka bi riya komên cur bi cur ên çete li vir hatin ceribandin û şer qet ranewestiya. Piştî 5 salan di navbera hêzên wekî Rusya, Tirkiye, Îran û rejîma Baas a Suriyê de li ser herêmê lihevkirin çêbû û komên çete hemû ji bajar hatin derxistin. Bajar teslîmî rejîmê hat kirin û piştre gotubêjên li ser sîstema pêşeroja bajar hatin meşandin.

Ji ber ku hemû netew û bawerî li bajar dijîn, nêrînên wekî “rengê sîstema Helebê dê rengê sîstema pêşeroja Suriyeyê jî diyar bike” derketin pêş. Lewma her hêzek hewl dide ku planên xwe pêk bîne.

Tam di vê noqteyê de dîsa li Helebê bixwe rengekî cudatir ku wekî bêje, “çareserî ez im” xwe nîşan dide. Ev reng li taxa Şêxmeqsud derketiye holê.3

Lê çima Şêxmeqsud? Çîroka 10 salan a vê taxê bersiva vê pirsê dide. Ev taxa ku bi taybetî di 5 salên dawiyê de berxwedan bênavber domand, di dawiyê de biser ket û jiyanek nû raçand.

Vaye çîroka berxwedan û hunandina jiyanê:

Taxa Şêxmeqsûd li ser girekî mezin ku li aliyê bakûr ê bajarê Helebê ye, hatiye avakirin. Cihê herî bilind ê Helebê ye û serwer e. Ji wî girî re dibêjin “Cebel Seydê (Çiyayê Rêzdarê”. Li ser navê vî girî gelek tişt hatine gotin, lê ya herî zêde derdikeve pêş jî ew e ku ev nav ji baweriya Xiristiyaniyê hatiye. Li herêmê Dêrek hebûye û gotina “Rêzdarê” jî, ji bo Hz. Meryem hatiye gotin.

Taxa Şêxmeqsud ku dikeve rojhilatê taxa Eşrefiyê di heman demê taxa herî mezin a bajar e. Tax li ser çargoşek erd ê 4 hezar metre (m2) hatiye avakirin û li gorî hejmartina sala 2010 a rejîmê hejmara şêniyên wê 800 hezar kes e. Li taxê pêkhatiyên kurd, ereb, Turkmen û ermen dijîn, lê piraniya wan kurd in. Welatiyên kurd ji herêmên Efrîn, Kobanê û Şehba di sedsala 20’an de hatine taxê, beşek ji wan jî, di dîrokên kevin de li herêmê bicîh bûne.

Li dijî neheqiyan serî rakirin û lêgerîna azadiyê

Şêniyên taxê yên kurd piranî ji ber pêkûtî, neheqî, zulm, kuştin, talan û înkarê koçber bûne û li taxê bicîh bûne. Bi gotineke din gelek êş û elem kişandine û her li jiyanek azad geriyan e. Ji ber van sedeman neheqî qebûl nekirine û li vir jî berxwedan û lêgerîna xwe domandin.

Li hemberî komployê4

Gelê Şêxmeqsud nerazîbûna xwe ya herî mezin li hemberî komploya navnetewî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, nîşan da. Di 15’ê Sibata 2001’an de, bi hezaran kesan ji herêma Şiqêf  a girêdayî taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kir û heta kolana 20’an hatin. Di xwepêşandanê de hêzên rêjîmê êrîşî meşvanan kir û bi dehan kes girtin.

Serhildana 2004’an

Dema ku hêzên rejîmê di 12’yê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo komkujî pêk anî û gelê Rojava rabû serhildanê, şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd jî li dijî rêjîmê rabûn serhildanê. Hêzên rêjîmê rêbazên xwe yên hovane li vir jî meşandin û zêdetirî hefteyekê derketina derve qedexe kir. Nexweşxane û navendên tendirustiyê jî girtin û nehiştin bijîşk biçin ser karê xwe.Her wiha di êrîşên ser malan de, bi sedan ciwanên kurd girtin û îşkence li wan kir.

Lê gel serî netewand û di 16’yê Adara heman salê de, bi sedan şêniyên her du taxan li nêzî herêma Sêkoşeyê ya taxa Eşrefiyê çalakiyek li dar xist. Vê carê hêzên rejîmê bi çekan êrîş kirin û du ciwanên bi navê Arî Foz Welo, Celal Ibrahîm û jineke bi navê Ferîde Ehmed şehîd bûn. Du kesên din jî birîndar bûn. Ciwanên taxê li hemberî êrîşên rêjîmê çalakiya xwe veguherandin serhildaneke mezin, kîna xwe ya tolhidana şehîdan vala kir. Di vê serhildanê de fermandarekî payebilind û bi dehan endamên rêjîmê hatin kuştin, seyareyên wan şewitandin.

Şoreşger û hunermendê mezin bi agirê bedena xwe rê nîşan da5

Di 20’ê Adara 2004’an de bi hezaran şêniyên taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd daketin qadan û êrîşên rêjîma Baas şermezar kirin. Di 26’ê Adara heman salê de, şoreşger û hunermendê mezin Yekta Herekol (Erdoxan Qehreman) ku li taxa Şêxmeqsûd xebat dimeşandin, li meydana Seedelah El-Cabirî ya di nava Helebê de agir berdana bedena xwe û gihîşt şehadetê. Van çalakiyan hêzên rêjîmê xistin nava tirsê ku êdî li hebermberî çalakiyan dengê xwe nekin.

Bîranîna Qamişlo û Helebçe

Di sala 2005’an de li seranserî Rojava û herêmên Suriyeyê yên ku kurd lê dijîn, çalakiyên bîranîna şehîdên komkujiya Qamişlo hatin lidarxistin. Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd jî di 12’ê adarê de çalakiyên bîranînê çêbûn, lê hêzên rejîmê dîsa êrîş kirin û gelek kes girtin. Di 16’ê adarê de jî bi sedan şêniyên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçe mîtîngek organize kir. Di şeva Newrozê de kurdan cejna vejînê pîroz kir, lê hêzên rejîmê êrîş kir û bi dehan kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girtin. Lê kurdan çalakiyên xwe zêdetir kirin û rejîm neçar hişt ku girtiyan berde.

Li sûka Eşrefiyê berxwedana gel

Di 27’ê kanûna 2007’an de hêzên rêjîma Baas êrîşî xwepêşandana kurdan a li sûka zebzeyan a taxa Eşrefiyê kir û bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Piştî îşkenceyên giran hinek ji wan hatin berdan, lê hinek jî hatin windakirin û heta niha agahî nayê girtin. Ciwanê bi navê Ceger Şêxo ku ew jî hatibû girtin, sala derbasbûyî şehadeta wî hate îlankirin. Ciwanên bi navê Sefqan û Şukrî hîn nehatine dîtin.

Serhildana ji bo Reqqayê

Rêjîma Baas di sala 2009’an de êrîşî şahiya pîrozbahiya Newrozê ya li Reqqayê kir û di encamê de bi dehan kurd hatin kuştin. Li hemberî vê komkujiyê, şêniyên Helebê bi taybet taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke bi meşele lidar xistin. Lê hêzên rêjîmê dîsa êrîş kirin. Gel jî serhildan mezin kir û nerazîbûna xwe anî ziman.

Serhildana 2011’an6

Zêrevanên sînor ên rêjîma Sûriyê, di sala 2011’an de li ser sînorê bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê şoreşgerên bi navê Şoreş û Masîro ku li Helebê kar dimeandin, qetil kirin. Li ser vê  yekê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) banga xwepêşandanê kir. Bi banga PYD‘ê re bi sedan kes daketin kolanên Şêxmeqsud. Meş ji kolana 20’an a rojavayê Şêxmeqsûd dest pê kir. Piştî çend kêliyan hêzên rêjîmê bi hejmareke mezin êrîşî meşvanan kir. Lê çalakvanan meşa xwe bê tirs domand. Hêzên rejîmê ji bo dawî li meşê bîne dest bi girtina bi dehan ciwanan kir.Her wiha êrîşî malan kirin û bi sedan ciwan girtin.

Sibe: çirûska şoreşê

(bb/a)

ANHA