Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Civîna Meclîsa Damezrêner a Fedraliyê di roja duyemîn de dewam dike

Dîmen

RIMÊLAN – Civîna sêyem a Meclîsa Damezrêner a Sîstema Fedralî Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo nîqaşkirina zagona hilbijartinê û erêkirina wê, di roja duyemîn de dewam dike.RMILAEN-CVIN (1)

Çalakiyên roja duyemîn a civîna sêyem a Meclîsa Damezrêner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li Eywana Sendîkeya Karkeran a li bajaroka Rimêlan a girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê, dest pê kir. Di civînê de, nûnerên hemû herêm û kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê (Cizîr, Kobanê, Efrîn, Reqa, Minbic, Girê Spî û Şehba), amade ne.

Tê payîn wê di civînê de, zagona ku ji aliyê Konseya Bilind a Hilbijartinan li Bakurê Sûriyê bi hevkariya Komîteya Zagonî ya Meclîsa Damezrêner a Fedraliyê, hatiye amadekirin, nîqaş bikin.

Piştî guhartinan wê zagon werê erêkirin û li Bakurê Sûriyê têkeve miryetê.

Duh jî, Meclîsa Damezrêner zagona  parvekirina rêveberiyan a Bakurê Sûriyê,  erê kir.

(kc)

ANHA