Têkilî | Derheqê me de

Civîna parlamana Başûrê Kurdistanê hate paşdexistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Seroka Koma YNKʹê di parlamantoya herêma Başûrê Kurdistnaê Bîkurd Talabanî diyar kir ku civîna parlamanê heta roja înê hate paşdexistin.

Meclîsa Bilind a Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê di 10ʹê êlonê de ragihand ku wê parlamato di  14`ê êlonê careke din bikeve kar. Şeva derbasbûyî Partiya Yeketiya îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku ew amadene di beşdarî civîna perlamantoyê bibin.

Bîkurd Talabanî di hevpeyvîna bi malpera Partiya YNKʹê  got ku wê civîna parlamtoiyê roja înê saet di 19:00ʹan de li gorî dema herêmî pêk were û destnîşan kir ku civîna ku wê di roja pênceşemê bihata lidarxistin, ji ber sedemên qanûnî jib o roja înê hate paşdexstin.

Talabanî da zanîn ku  dema ku her civînek were lidarxistin, beriya wê bi 48 saetan dema wê ji endamên parlamanê têne ragîhandin  û got ku roja înê wê komaYNKʹê beşdarî civîna perlamantoyê bibe.

(jo)

ANHA