Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Civîna salane ya malbatên şehîdan bi dawî bû

DÊRIK – Civîna salane ya Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Bakurê Sûriyê bi girtina biryarên girîng, bi dawî bû.

Civîna salane ya Meclîsên Malbatên Şehîdan ên li bajarê Dêrikê hat lidarixistin û di roja 3′yemîn de bi girtina biryarên girîng bi dawî bû. Her wiha ji bo piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek hat dayîn.

Biryarên ku hatin girtin wiha ne:

*Ji bo pêşxistina aboriya ya malbatên şehîdan, hat destnîşankirin ku divê koperatîfên hevbeş û projeyên aborî bêne avakirin.

*Divê biryar bi awayekî hevpar were girtin.

*Neteweya şehîdan nîne. Şehîd ên hemû neteweyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr in. Tu cûdahî di navbera şehîdan de nîne.

*Divê malbatên şehîdan parçebûnê ji holê rakin û civaka demokratîk ava bikin.

*Divê lênûseke tenduristiyê ji bo malbatên şehîdan were derxistin, da xizmetên tenduristiyê bê pere ji wan re bêne pêşkêşkirin.

*Divê gotinên Ocalan ên derbarê şehîdan de kom bikin û li ser hemû Meclîs û Saziyan belav bikin.

Di dawiyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de kiryarên sîstema Îranê ya li dijî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, her wiha kiryarên dagirkeriya Tirk  ên li Efrîn û Şahbayê hatin şermezarkirin.

Her wiha destwerdana dewleta Tirk a li ser gorên şehîdan û rûxandina sûra Amedê jî hatin şermezarkirin. Di dawiyê de soza domandina têkoşînê ji bo azadiya Ocalan, hat dayîn.

Malbatên şehîdan dane zanîn ku ew amade ne nirxên xwe biparêzin û bi ruhê şehîdên Bawer Urmiye, Hêwa Sinê û Viyan Peyman piştgiriya serhildana gelê Rojhilat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû rêxistinên navneteweyî hat kirin ku ji bo rizgarkirina girtiyên Rojhilat bixebitin.

(mm)

ANHA