Têkilî | Derheqê me de

Civîna sê alî hate paşdexistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Stefin Demustora ragîhand ku hevdîtina sê alî ya dihate payîn di navbera Rûsiya, Amarîka û NYʹê de hatiba lidarxistin, hate paşdexistin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Stefin Demustora îro li Civnêv civîneke çapemeniyê lidar xist û got ku hevdîtina ku dihat payîn roja duşema were di navbera Amarîka, NY û Rûsiya hatiba lidarxistin, hate paşdexistin. Demustura da zanîn ku dê roja duşmeê bi Xatîlov re bicive û danûstenên Astana û Cinêv bi wî re nîqaş bike û destnîşan kir ku civîn dê bi beşdarbûna NY û Rûsiya tenê pêk were û wiha got: ʺCivîna ku dihat payîn di navbera NY, Amarîka û Rûsya hatiba lidarxistin, ibtal ne bûye, lê belê hatiye paş de xistin. Niyeta me ya lidarxistina civîna sê alî heye.ʺ

(dc)