Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Civîna wezîrên Parastinê yên Hevpeymana Îslamî ya Leşkerî dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Li paytexta Siûdiyê Riyad, civîna yekem a Meclîsa Wezîrên Parastinê ya Hevpeymana Îslamî ya Leşkerî di bin dûrişmeya”Li dijî terorê hevkarin” hate destpêkirin.

Xebatên civînê ji aliyê Wezîrê Parastinê ya Siûdiyê Emîr Mihemed Bin Selman hate destpêkirin.

Wezîrên parastinê yên gelek dewletên îsmalî û şandeyên navneteweyî tevlî civînê bûne.

Di civînê de wê stratejiya giştî ya hevpeymanê û mekanîzmeyên çalakiyên pêşerojê yên şerê li dijî terorê, werê nîqaşkirin.

(rr)