Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Civîneke ji hevserokên jin ên komînan re hate lidarxistin

DIRBÊSIYÊ – Kongreya Star bi armanca xurtkirina komînan û pênaserkirina rola jin ji  hevserokên jin ên komînan re civînek hate lidarxist.DIRBESIYE-CIVINA-KOMINEN-JIN-2-300x199

Civîn li navenda çand û hunerê bi amadebûna hevserokên jin ên komînên bajarê Dirbêsiyê û gundên wê lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Foza Omer rola jin di her qadên civakê de destnîşan kir û anî ziman ku bi zihniyeta zilam mafê jin ji destê wê hatibû derxistin.

Foza di axaftina xwe behsa berxwedan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mafên jinan bidest bixe, kir.

Hevserokên komînan tekez kirin ku wê xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ji bo parastina jinan bidomînin û kar û xebatên xwe bi awayekî xurt bidin meşandin.

(bx)

ANHA