Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwan li ser malperên civakî piştgiriya hilbijartinan dikin

QAMIŞLO – Ciwanên Bakurê Sûriyê li ser malperên tevna civakî hemleya Haştak a bi navê ʺ# Kerta xwe_Hilbigre_ li pê min were_ komînêʺ  ji bo detekdayîna hilbijartinên hevserokatiya komînandane destpêkirin.

Heleya ku ji çend rojan ve, ji aliyê komek ciwanên Rojava hatiye destpêkirin, rastî pêşwazîkirineke mezin a ji aliyê pêşengên malperên tevna civakî ve hat û bi awayekî berfireh belav bû.

Li gor ciwanên ku hemle dane destpêkirin, armanca wan destekdayîna hilbijartinên hevserokatiya komînan, da bi xurtî berê xwe bidin sindoqên dengdanê û nûnerên xwe hilbijêrin.

Tê payîn roja siba (Înê), hilbijartinên hevserokatiya komînan li hersê herêmên Rojava bên kirin.

(rr)

ANHA