Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwan Minbcê dê komîteya çand û hunerê ava bikin

MINBIC- Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a Minbicê dest bi amadekariya avakirina komîteya çand û hunerê kirine û bang li ciwanan kirin ku tevlî komîteyê bibin.

Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk belavok li şêniên bajarê Minbicê belav kirin û di belavokê de ji ciwanên Minbicê yên do warî helbest, şano, folklora gelêrî çalak in kir ku werin navenda Şehîd Resûl a ciwanan û navê xwe qeyd bikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a Minbicê anîn ziman ku ew dixwazin komîteyeke çand û huner avabikin û ciwanên Minbicê yên derfetên wan ê çand û huner hene, tevlî vê komîteyê bibin.

(np/dc)

ANHA