Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwana Sinê: Rêjîma Îranê nikare serhildana gelan vemrîne

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona  KJAR’ê Ciwana Sinê bal kiaşnd ku di navenda biryarê yên rêjîma Îranê de nakokiyên mezin hene û rêjîm nikare serhildana gelê Îranê vemrîne. Ciwana, diyar kir ku gel dixwaze sîstemeke demokratîk ava bike û azad jiyan bike.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sinê têkildarî serhildana gelan a Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku hemû pêkhateyên gelê Îranê di nava serhildanê de cihê xwe digirin.

Ciwana Sinê got “Rêjîma Îranê ev demeke dirêj e li dijî siyasetmedaran polîtîkayên tundî, tirs, girtin, darvekirin û kuştinê dide bikaranîn. Ew dixwaze tirsê bixe dilê gel. Lê vê yekê hêrsek di dilê gelê Îranê de da avakirin û hişt ku serhildaneke wiha rabe û banga guhertinê bike.”

Ciwana dibîne ku serhildana Îranê ya niha ji serhildanên berê ferq dike û cudahiya wan wiha rave kir “Daxwazên vê serhildanê ji yên berê cuda ne. Gelê Îranê rastiya dewleta Îranê nas kiriye û dizane ku tu niyeteke dewletê tune ye ku xwestekên gel û çalakvanan pêk bîne. Gel dizane jî ku dewlet dixwaze bi çend sozên derewîn gel bide xapandin.”

Endama KJAR’ê bal kişand ku rêjîma Îranê hewl dide bi çend lîstokan gel bixapîne û wiha pêde çû “Piştî çend rojan ji xwepêşandanan rêjîma Îranê deriyên sînor ên di navbera Îran û Başûrê Kurdistanê de vekir. Rêjîm dixwaze çend pirsgirêkên aborî çareser bike da ku ji gelê Îranê re bide xuyakirin ku wê dest bi reforman kiriye. Lê gelê Îranê bi vê yekê bandor nebû û serhildana gel roj bi roj berfirehtir dibe. Li piraniya bajarên Îranê xwepêşandan derketin û rêjîm êdî nema dikare vê serhildanê bi tundetujiyê vemrîne.”

Ciwana Sinê ji me re serdemên serhildan jî wiha eşkere kir “Sedem û hêmanên hundirîn û derve hene. Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê tê meşandin û Îran jî roleke mezin di van aloziyan de dilîze. Îran bi hemû rê û rêbazan tevlî aloziyên li derve dibe da ku ew alozî derbasî hundirê Îranê nebin. Gelê Îranê di nava xwe de dikele, rêjîmê jî devê her kesî girtî ye û polîtîkayên tundetujiyê li ser dide meşandin.”

Ciwana Sinê axaftina xwe wiha domand “Rêjîma Îranê ketiye nava şerê Sûriye, Yemen û Iraqê û hewl dide li Rojhilata Navîn bibe dewleta herî bi hêz. Ev rêjîm li hundirê Îranê jî polîtîkayên înkarkirinê li ser gelan. Yek ji van gelan gelê Kurd e. Dewlet li dijî jinên Îranê jî polîtîkayên taybet dide meşandin.

‘Rûhanî soza xwe bi cih nanî’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sinê destnîşan kir ku Serokê Îranê Hesen Rûhanî sozên xwe yên di hilbijartinan de bi cih nanî û got “Di dema hilbijartinên serokatiya Îranê de gel baweriya xwe bi sozên Rûhanî yên guhnertina siyasî, civakî û aborî anî. Serkeftina Rûhanî ya di hilbijartinan herî zêde bi saya dengê jinên Îranê pêk hat. Lê Rûhanî xiyanet bi dengê gel re kir û yek jî ji sozên xwe pêk nanî. Berovajî vê yekê jî hêzên Îranê desthilatdariya xwe ya li ser gel bêhtir zêde kirin û ew bêhtir tengezar kirin. Ji ber vê çendê gelê Îranê jî nas kir ku ev rêjîm ji bo wî tiştek nekiriye û dest bi serhildanê kir. Li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan derketin. Rêjîm bi girtin û kuştinê hewl dide vê serhildanê vemrîne, lê gel bi îsrar serhildana xwe dewam dike û her roj şehîdan dide.”

Ciwana, got “Piştî 5 rojan ji serhildanê Rûhanî derket û got ku daxwazên gel mafdar in û mafê gel heye ku hikûmetê rexne bike û mafên xwe bixwaze. Di heman demê de rêjîma Îranê li dijî xwepêşandanan tundiyê didin meşandin. Ev jî nakokiyên dewleta Îranê li hemberî serhildanê nîşan dide û diyar dike ku vîna gel tirs xistiye nava rêjîma Îranê.”

Ciwana Sinê ev yek jî bi bîr xist ku tevahiya pêkhateyên gelê Îranê di nava serhildanê de cih digrin û got “Kurd, Faris, Ereb, Belûş, Lor û Azerî” di nava serhildanê de ne. Armanca wan yek e, ew jî hilweşandina rêjîma Îranê ye. Balkêş e ku gel dixwazin sîstemeke ku azadî û demokrasî tê de hebe, were avakirin. Jinên Îranê jî roleke mezin di nava serhildanê de dilîzin.”

‘Şoreşa Rojava mînak e’

Endama Koordînasyona KJAR’ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî mînaka şoreşê ji bo gelên herêmê bi nav kir û got “Dema ku gelê Rojava rabû serhildanê û xwe ji qeydên rêjma desthilatdar xelas kir û xwe bi xwe bi rêve bir ji her kesî re îsbat kir ku tenê vîna gel dikare polîtîkayeke demokratîk ji bo civakê bide meşandin. Gelê Îranê jî dixwaze bi siyaseteke demokratîk xwe bi xwe bi rêve bibe. Şoreşa Rojava û şoreşa jina Rojavayî ku ji tevahiya gelên herêmê bûye mînak bandoreke mezin li gelê Îranê kiriye. Rêjîma Îranê jî rewşa Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û dizane ku şikandina vîna gel ne tiştekî hêsan e.

Şoreşa Rojava hişt ku gel bi xwe bawer bike û bizanibe ku xwedî vîn û hêzeke mezin, her wiha dikare vê hêzê veguherîne sîstemeke ku azadî û demokrasî tê de cih bigire. Li Îranê jî eger gel bikaribe serhildan û şoreşa xwe bi rêxistin bike wê bikaribe mîna Rojava li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sîstemeke demokratîk bide avakirin.”

‘Rêjîma Îranê di asta ketinê de ye’

Ciwana Sinê ev tişt jî eşkere kir ku di hundirê navenda biryarê ya rêjîmê Îranê de jî pirsgirêkên mezin heye û ev pirsgirêkên hanê wiha vegot “Ji ber zextên hundir û derve rêjîm gihiştiye asta ketinê. Nakokiyên li navenda biryarê ya desthilatdariya Îranê roj bi roj zêde dibin. Kesê ji dûr ji ve ji rêjîma Îranê dinêre dibe ku wê wekî hêzeke xurt û hevgirtî bibîne, lê ya rast ew ku di navenda biryarê ya Îranê de nakokiyên mezin hene. Li Îranê aloziya aborî, siyasî û civakî heye. Amerîka û dewletên rojavayî ji bo hevpeymana nokleriyê zextê lê dikin, dewletên Ereban jî li hemberî projeya avakirina Hîlala Şîa ya Îranê hevbendî ava kirine.”

‘Dem dema guhertinê ye’

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sinê di dawiya axaftina xwe ya ji ANHA’yê re got “Dibe ku ev serhildan bibe hêman ku guhertineke bingehîn di aliyê yasa, siyaset û desthilatdariyê de li Îranê pêk were. Gel êdî nema qebûl dike ku sîstemeke desthilatdar wî hukum bike. Gel dixwaze polîtîkayeke demokrastîk û jiyana azad bijî. Rêjîm nikare vê serhildanê bide sekinandin. Li Îranê dema guhertinê hatiye.”

(he)

ANHA