Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanan Komîteya amadekar a Kongreya hilbijaritin

Dîmen

GIRÊ SPÎ – Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkatîk di civînekê de hatin hilbijartin.girespi-civina-ciwana-hilbijartina-nunera-2

Ciwanên Sûriya Demokratîk civîneke berfireh li Navenda Pêşxistinê ya Girê Spî lidar xist. Civîn bi armanca hilbijartina Komîteya Çavdêriya civînên ku dê ji bo amadekariya lidarxistina Kongireya Ciwanên Sûriya Demokraîtk bên lidarxistin bike. Bi dehan ciwan di civînê de amade bûn.

Di civînê de, Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Ereb a Girê Spî (Til Ebyed) Yûsif Derwîş, Endamê Komîteya Hemşîreyê Îlham Hesen Ebdî, Nûnerê Ciwanên Turkuman Mihemed El-Hesen, Endamê Komîteya Rêxistinî ya Ciwanên Sûriya Demokratîk a herêma Girê Spî Mihemed Hesen û dehan Ciwanên Sûriya Demokratîk ên Til Ebyedê, amadebûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Nûnerê Ciwanên Turkumen Mihemed El-Hesen axivî û di serî de bixêrhatina beşdaran kir. Mihemed El-Hesen her wiha li ser girîngiya avakirina komîteya amadekar a ji bo lidarxistina Kongireya ji hemû Ciwanên Sûriyeyê re axivî. biryar ewe ku kongire di rojên pêş de bi beşdariya ciwanên ji tevahî aliyên Sûriyê re bê lidar xistin.girespi-civina-ciwana-hilbijartina-nunera-1

Paşê bendên Kongireya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ji aliyê Endamê Komîteya Hemşîreyê (temrîd) Îlham Hesen ve hat xwendin.

Di teksta bendan de ev tişt hat gotin:

  • Em wek Ciwanên Sûriya Demokratîk wek hêzekê hebûna wê li Bakurê Sûriyê heye, em vê projeya ji bo lidarxistina kongireyeke hevkom (cami) ji Ciwanên Sûriyeyê re ji tevahî erdnîgariya Sûriyeyê re me pêşkêş kir, armanca me ya tekane Niştiman e.
  • Em bang û vexweandina hemû hêz û tevgerên Ciwanên girêdayî partiyan û yên serbixwe dikin roleke wan ya ektîv hebe daku beşdarî gotûbêjên kongireyê bibin, ev kongire ciwanên ji tevahî pêkhateyan li xwe digre.

Dûre rewşa siyasî li herêmê û Bakurê Sûriyeyê, her wiha girîngiya rola ciwanan di şoreşa de û girîngiya rêxistinkirin û perwerdekirina wan hat gotûpêj kirin.

Li dawiya civînê, 11endam wek nûnerên tevahiya pêkhateyên Girê Spî hatin hilbijartin. Erka komîteya hatiye hilbijartin lidarxistina rêze civînan ji ciwanên gundewarên herêma Girê Spî re û vexwendina ciwanan jib o beşdariya Kongireya Ciwanên Sûriya Demokratîk bikin e.

(rr)

ANHA