Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanan komplo şermezar kir

EFRÎN – Ciwanên navçeya Bilbilê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku ew ê bi rasthatina salvegera roja derketina Ocalan a ji Sûriyê çalakiyan lidar bixin.

Şaxê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Bilbilê ya kantona Efîrnê bi aramnca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan civînek berfireh lidar xist. Civîna ciwanên Bilbilê bi rasthatina nêzîbûna roja derketina Ocalan a ji Sûriyê lidar xist. Yekîtiya CIwanên Rojava diyar ku ew ê bi vê boneyê gelek çalakiyan lidar bixin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Bilbilê civîn lidar xistin. Civîn bi beşdarbûna dehan ciwanan li gundê Ibêdan hat lidarxistin. Qada civînê bi wêneyên Ocalan, alên Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya Jinên Ciwanan û sembolên Rojava hatin xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir paşê Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Denîz Amed axivî û got ku komplo li dijî fikr û felsefeya Ocalan pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Ev pîlana hatiye kirin, nîşan dide ku komploger ji fikrê Ocalan a azad û demokratîk ditirsin.”Rola ciwanan di nava civakê de gelekî girînge, ji ber wê barê giran a rêxistinkirina civakê de dikeve ser milê ciwanan. Divê ciwan komînên xwe aktîf bikin.”

Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Navçeya Bilibilê Sefyan Şêxo axivî û bal kişand ser çalakiyên ciwanan û girîngiya lidarxistina wan û got ku jinên ciwan jî dê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Ocalan tekoşînê bide meşandin.

Di heman çarçoveyê de jî Yekîtiya Ciwanên Rojava wê meşekê li herêma Efrînê lidar bixe û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan şermez r kir.

(dc)

ANHA