Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Bakûrê Sûriyê piştgiriya xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand

MINBIC – Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, diyar kirin ku ew ê li kêleka şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer bersiva êrîşan bidin. Ciwana banga derxistina hêzên artêşa Tirk ji herêmê li civaka nevdewletî kir.

Ciwanên ji herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Sirîn, Kobanê, Eyn Îsa û Dêrazor li hembeê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser herêmê daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Girê Spî Ûdey Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Dewleta Tirk a faşîm ji destpêka şoreşa Bakurê Sûriyê ve hewl dide Sûriyê dagir bike, di vê çarçoveyê de, bi buhaneya piştgiriya şoreşê desteke da komên teror ên ku navên şoreşger û mucahidîn li xwe dikirin da ku planên xwe yên dagirkera welatê me pêk bînin. Ev komên girêdayê Erdogan ku paşê navê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li xwe kirin, li dijî gelê me komkujî pêk anîn.”

Piştî ku keç û xortên Sûriyê DAIŞ‘iyên Erdgoan û Bexdadî ji Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazor qewitanin û pîlanên Tirkiyê yên dagirkiriina welatê me têk çûn, vê carê xwe kete dewreyê de û Cerablus, Ezaz, Bab û Idlib dagir kir û Efrîn dorpêç kir. Tirkiyê bi Rûsya û rêjîma Bass peyman çêkir da ku Bakurê Sûriyê dagir bike û Heleb dorpêç bike, di encamê de hew bide projeya Sûriyaya azad têk bibe.

Lê Efrînê û li  hemberî berxwedaniyeke leheng ji aliyê ciwanên Sûriyê mîna Avesta Xabûr ku duyemîn mezintir dewleta di NATO‘yê de ye bê çar mane.

Erdogan ku li Efrînê derbeyan dixwe vê carê gefên dagirkirina Minbicê dixwe.

Wekî ciwanên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Sirîn, Kobanê, Eyn Îsa û Dêrazor em piştgiriya xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Ciwanên Minbicê radighînin. Em ji Erdogan û terorîstên wî re dibêjin ku em ê Minbic û Efrînê ji desthilatdariya we re bikin goristan, em amade ne êrîşên wê li dijî her bosteke ji xaka Sûriyê bidin û em ê bikin destpêka rizgarkirina gelê Tirkiyê ji terora we.

Her wiha em bang li ciwanên hemû parêzgehên Sûriyê û yên li derveyî welat dikin ku rabin li ser piya û çek li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rakin. Em bang li Konseya Ewlekariyê dikin ku erka xwe pêk bînin û hêzên dagirkeriya Tirkiyê ji welatê me derxîne.”

(bb)

ANHA