Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Bakurê Sûriyeyê civiyan

Dîmen

GIRÊ SPÎ – Buroya Ciwanan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ciwanên Bakurê Sûriyeyê re yekemîn civîn organîze kir.

Civîn li navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî pêk hat.YOSÊF ELXELEWÎ

Rêveberên Buroya Ciwanan a MSD’ê û nûnerên komîteyên ciwnanan ên Reqa, Tebqa, Minbic, Yekîtiya Werzîşê tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser rola girîng a ciwan di nava civakê û jiyana siyasî de nirxandin hatin kirin. Ji rêveberên Buroya Ciwanan a MSD’ê Yûsif El-Xelewî got ku ji bo rojevekê bidin pêş ciwanan, wan ev civîn organîze kiriye.

Di civînê de her wiha rastî û hêza ciwanan hate gotûbêjkirin û hate gotin ku divê ev hêz di aliyê pratîkê de veguhere kar û xebatan.

Ciwanan di di dawiya civînê de ji bo kar û xebatên pêşerojê rojeveke nû diyar kir.

(hh)

ANHA