Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Başurê Kurdistanê berê xwe didin Qendîlê

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî pêşmerge, ciwanên Başurê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya bi gêrîla re bidin nîşan dan wê biçin Qendîlê.

Li Başûrê Kurdistanê beriya demekê pêşmergeyên dêrîn(berê) yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendilê û pişgtiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşan dabûn û banga li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî kiribûn.

Di vê çarçoveyê de ciwanên devera Raperin li baxçeyê giştî yên bajarokê Ranye daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku wê sibê ji bo piştgirî bidin helwesta pêşmergeyên dêrîn wê biçin Qendilê.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye: “Em daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku dijî pîlanên dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê yên navxweyî, piştgiriya pêşmerge û gêrilayan bikin. Bi vê boneyê sibê saet 9:30’an de li bajarokê Kilkey Kolên ya Raperîn kom bibin û ber bi Qendilê ve em ê rêbikevin.”

Nûnerê ciwanan Siyako Hisên axivî û wiha got: “Dijminên gelê Kurd ên dagirker dixwazin bi pîlan û dagirkeriyê gelê Kurd têk bibin. Bi  taybet dewleta Tirk a dagirker dijî gelê me di nava pîlanan de ye û niha jî dixwaze bi alîkariya çend aliyên Başûrê Kurdistanê êrîşî gêrîla li Şengal, Qendîl û herêma Behdînanê bike”

Hisên di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:” Em li vir piştgiriya xwe ji bo gerîla dûbare dikin û radigihînin. Em amade ne bi li beramberî hemû êrîş û pîlanên dijî gêrîla û gelê me were kirin rawestin.”

Nûnerê ciwanan Siyako Hisên destnîşan kir ku ew piştgiriya pêşmergeyên dêrîn giring dibînin û piştgiriya wan dikin. Siyako Hisên got:” Ji bo têkbirina pîlanên dijminên dagirker daxwaz ji hemû ciwanan dikin bê deng nemînin û piştgiriya hêzên gêrîla bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku roja 6’ê çile bi sedan pêşmergeyên dêrîn ên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendîl û piştgiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşan dabûn.

(kc)