Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Cizîrê ji bo bîranîna komkujiya Şengalê meşiyan

Dîmen

DÊRIK – Ciwanên Kantona Cizîrê ji bo bîranîna komkuiya Şengalê, ji bajarê Dêrikê heta kampa Newroz meşiyan.DRK-CEWANEN-JIZIRE-KOMKUJIYA-3-TEBAX-SERMEZARKIRIN1 (4)

Di meşê de bi sedan ciwanên Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Til Temir, Girkê Legê, Amûdê û Dirbêsiyê beşdar bûn. ciwanan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankartên ″Tolhildana jina Êzidî, soza jina azad e″ vekirin.

Ciwan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê ji qada Azadiyê ya bajarê Dêrikê ber bi kampa Newroz ve meşiyan.

Li kampê ciwan ji aliyê Edamên Meclîsa Damezrîner a Êzidiyan û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.MIRZA

Meş li pêşiya avahiya Meclîsa Damezrîner a Êzidiyan rawestiya û deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî bi navê Meclîsa Damezrîner Mêrza Reşo axivî û got ku bi saya berxwedana şehîdan, Şengal bû goristana DAIŞ′ê û alîgirên wê. Mêrza wiha domand: ″Dê Reqa jî bibe goristana DAIŞ′ê  û hikûmeta Erdogan. Em bi ciwanên xwe yên ku soza şopandina riya şehîdan dane, bawerin.″MIDIYA

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Ciwan Medya Qamişlo jî got ku êrîşên li Şengalê, rasterast jin hedef girtin û wiha axivî: ″Divê em rêxistina xwe xurt bikin û piştgiriya hêzên xwe yên şerê DAIŞ′ê dikin, bikin.

Her wiha Endamê Rêveberiya YCR′ê Hawar Şêrawa jî soza tolhildana gelê Şengalê û şopandina riya Şengalê dan. Her wiha destnîşan kir ku serketinên li herêmê bi saya felsefeya Rêbertiyê, hatin bidestxistin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedna Şengalê, bi dawî bû.

(mm)

ANHA