Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Cizîrê ji bo zelalkirina rewşa Ocalan rabûn ser piyan

HESEKÊ – Bi armanca azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zelalkirina rewşa wî ya tenduristî, bi sedan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya herêma Cizîrê li bajarê Hesekê xwepêşandanek li dar xistin.HESEKE-MESA-CIWANAN1 (5)

Di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zelalkirina rewşa wî ya tenduristî de, bi sedan ciwan û jinên ciwan ên bajarên (Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Serêkaniyê, Amûdê û Dirbêsiyê) yên herêma Cizîrê li bajarê Hesekê kom bûn û posterên Rêber Ocalan û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bilind kirin. Ciwanan her wiha pankartên bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî yên bi nivîsên “Ciwan fedekarên APO ne. Soza me hilweşandina sîstema Îmraliyê ye û em ê azad bi rêber APO re jiyan bikin. Bê serok jiyan nabe. Hilweşin hêzên komploker. Bijî serok APO.” Bilind kirin.

Xwepêşandana ciwanan ji çerxeriya Sînalko a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li ser piyan dest pê kir û di nava kolanên sereke yên bajêr re geriyan. Xwepêşandan li çerxeriya Şehîd Serhed a taxa El-Muftî rawestiya û li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Endama Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Medya Qamişlo axivî û wiha got: “Em tecrîda li ser Rêber APO bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi riya van siyasetên xwe hewl dide girêdana di navbera gel û serok APO de bibire, nemaze ji ber ku hemû serkeftinên me bi dest xwe ve anîne, saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em soz didin serok û şehîdên xwe ku em ê asta têkoşîna xwe heta serok APO ji zîndanên faşizma Tirkiyeyê rizgar dibe bilind bikin.”HESEKE-MESA-CIWANAN1 (2)

Di xwepêşandanê de her wiha Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şiyar Kobanê axivî û wiha anî ziman: “Piştî hemû komployên ku dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd hunandine, niha em rewşa tenduristî ya serok APO nizanin. Dewleta Tirkiyeyê nahêle kesek serdana serok APO bike. Ji ber vê yekê em weke endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava soz didin ku em ê çalakiyên xwe heta ku rewşa Rêber APO tê zelalkirin û em serokê xwe azad bibînin, berdewam bikin. Ji ber ku azadiya Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Serok APO ev 18 sal in di zîndanên Tirkiyeyê de ji bo azadiya gelê xwe û giştî gelên herêmê li ber xwe dide. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe li ser fikr û felsefeya wî berdewam bikin heta ji zîndana Îmraliyê tê rizgarkirin.”

Xwepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî bû.

(jh)

ANHA