Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Cizîrê li dijî komployê meşên bi meşelan li dar xistin

QAMIŞLO/HESEKÊ– Yekîtiya Ciwanên Rojava û Tevgera Jinên Ciwan li navçeyên Dêrik û Tirbe Spiyê yên kantona Qamişlo û li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşên bi meşelan li dar xistin.

DÊRIK

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Tevgera Jinên Ciwan li bajarê Dêrikê meş li dar xistin. Meşvanan Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, meşeke û pankartên bi nivîsên “Em fedeyî Rêberê APO ne”û “Bê Serok jiyan nabe” vekiribûn.

Meş bi tevlîbûna dehan ciwanan ji ber navenda Şehîd Bawer dest pê kir û li nava kolanên bajêr geriyan. Meşvanên ku bê navber diruşme beriz dikirin vegeriyan ber navenda Şehîd Bawer û li vir bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan ciwanên Tirbe Spiyê ku ji endamên Yekîtiya Ciwanên Roavja, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratk û Ciwanên Suriyan pêk dihatin, bi heman armancê bi diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re dest bi meşê kirin. Ciwanan diyar kirin ku komploya li dijî Ocalan îro bi êrîşa li ser Efrînê didome.

Meşa ciwnan ji ber navenda Kongreya Star dest pê kir û li nava kolanên navçeyê geriyan. Meşvanên ku bê navber diruşme davêtin hete navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava a navçeya Tirbe Spiyê meşiyan. Meşvanan alên YPG, YPJ, QSD’ê û posterên Ocalan vekiribûn.

Ciwanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî ciwanan bi heman armancê meşa bi meşelan li dar xistin. Ciwanan bê navber diruşmeyên “Bê serok jiyan nabe” beriz dikirin. Ciwan li meydana Azadî kom bûn. Li vir piştî rêzgiritnê axaftin hate kirin.

Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojvaa Ferhad Mihemed axivî û got ku ew ê tekoşîn û çalakiynê xwe yên ji bo azadiya Ocalan bidomînin. Mihemed her wiha bang li hemû ciwanan kir ku ji bo têbirina komployê û piştgiriya Berxwedana Serdemê liser piya bin.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(dc)

ANHA