Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Dêrazorê: Em bi QSD’ê tola xwe radikin

Dîmen

MACDA CELÛD- DILYAR CEZÎRÎ

DÊRAZOR – Bi sedan ciwanên Dêrazorê tevlî hêzên QSD’ê dibin, ciwanên ku tevlî QSD’ê bûne diyar kirin ku wan di hêzên QSD’ê de riya xelasî û rizgarkirinê ditine, lewma tevlî bûne. Ciwanan bang li hemû ciwanên herêmên kirin ku tevlî hêzên QSD’ê bibin û di parastina herêmên xwe de cih bigirin û gotin ku bi QSD’ê ew ê tola xwe radikin.

Bi sedan ciwanên Dêrazorê tevlî hêzên QSD’ê bûne û hîn jî rojane tevlîbûn zêde dibe. Ciwanên ku tevlî QSD’ê dibin, diyar kirin ku aramnca wan ji tevlîbûna QSD’ê ew ku herêmên xwe bi giştî ji çeteyên DAIŞ’ê û hemû dagirkeran rizgar bikin. Ciwanan destnîşan kirin ku di riya QSD’ê re wê tola xwe û xizmên xwe rabikin.

Ciwanê bi navê Mihemed Ehmed Ibrehîm (Birûsk) ji bajarê Bûkemal û nû tevlî QSD’ê bûye. Ibrehîm da zanîn ku wan ji destê çeteyên DAIŞ’ê gelek zulim û zordarî dîne û got ku niha bi armanca herêmên xwe ji çeteyan û hemû dagirkeran rizgar bikin tevlî QSD’ê bûn e û wiha got: “Di salên derbasbûyî de gelek zulm û zordarî li gel me hat, şervanên QSD’ê herêmên me rizgarkirin. Ji bo em herêmên xwe rizgar bikin û tola xwe ji çeteyan rabikin, em tevlî QSD’ê bûne. JI ber QSD’ê hêza xelaskariyê ye, wan jiyan li herêmên vegerand in.”

Ibrehîm di dawiya axaftina xwe de jî bang li ciwanên Dêrazorê û hemû ciwanên herêmên din ên Sûriyê jî kir ku tevlî hêzên QSD’ê bibin û di rizgarkirina herêmên xwe de cih bigirin.

Ibrehîm derbarê daxuyaniyên Serokê Sûryê Beşdar El-Esed ên li dijî QSD’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ên îda dikin ku QSD’ê hêzeke xayîne, ew xayîn e. Bi hatina QSD’ê re me rizgarî û aramiya bi rumet dît.”

Ciwanê bi navê Cemal Hecî Elî (Teyfûr) jî bibîr xist ku wan gelek zulim û zordarî ji destê çeteyên DAIŞ’ê dîtin û ev tişt anî ziman: “Ji bo em ji zulma çeteyên DAIŞ’ê xilas bibin, me biryar da ku em tevlî QSD’ê bibin. Hêza QSD’ê em rizgar kirin, ewlekarî û aramî anîn herêmên me. Lewma me biryar da ku em jî bibin beşek ji vê hêza ku azadiyê ji gelan re tîne. Em niha bûne şervanên QSD’ê em ê rê nedin tu hêzên biyanî ku derbasî herêmên me bibin.”

Elî, di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû ciwanan kir ku tevlî QSD’ê bibin û di rizgarkirina herêmê de cih bigirin.

Ciwanê  bi navê Ewad El-Elo (Cemla Dêrzor) derbarê tevlîbûna xwe ya nava QSD’ê ev tişt anî ziman: “QSD’ê em ji çeteyan rizgar kirin. Ez bi bawerî tevlî bûne, me û hemû cîhanê jî dît ku tekane hêza ku dikare gelê herêmê azad bike QSD’ê ye. Bi tevlîbûna QSD’ê em ê karibin parstina xaka xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bikin.”

Cemal Dêrzor di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû ciwanên Dêrzorê kir ku tevlî QSD’ê bibin û cihê xwe di parastina xaka xwe de bigirin.

Ciwanê bi navê Eraf Siwe jî da zanîn ku ew ji bo parstina herêmên xwe tevlî QSD’ê bûne da ku herêmên xwe rizgar bikin û bang li hemû ciwanên Dêrazorê kir ku tevlî QSD’ê bibin û cihê xwe di parstina herêmê de bigirin.

ANHA