Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Dêrikê konferansa xwe li dar xistin

DÊRIK – Ciwanên bajarê Dêrikê yên ji hemû pêkhateyan yekemîn konferansa xwe li dar xistin.DRK-CEWANEN-DRK-KONFRANSA-1-DARDIXIN1 ‫(260440577)‬ ‫‬

Di bin dirûşmeya ″Bi ruhê şehîd Nûjiyan û şehîd Têkoşer, Ocalan rizgar bikin û pêşengtiya Konfederaliya Demokratîk bikin″ de, ciwanên Dêrikê li Navenda Dijle ya Çand û Hunerê ya bajêr, yekemîn kongeransa xwe li dar xistin.

Di konferansê de, Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Hevseroka Desteya Aborî Hevrîn Xelef, nûnerên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi sedan ciwanên herêmên Koçeratan, Beravê, kampên Newroz û Roj, amade bûn.

′Ciwan dînamîka şoreşê ne′

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir û dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin. Piştre Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan axivî û bi navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, lidarxistina konferansê pîroz kir.

Sarûxan anî ziman ku ciwan bi keda xwe li ser asta hersê Kantonên Rojava, pêşengiya şoreşê kirin û wiha domand: ″Ciwan dînamîka şoreşê ne û hêviyên me di wan de mezin in. Li Rojavayê Kurdistanê ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê hêzên xwe ava kirin û xwe birêxistin kirin. Dê aloziya Sûriyê bi pêşengiya ciwanan bi riya projeya Federaliyê were çareserkirin.″DRK-CEWANEN-DRK-KONFRANSA-1-DARDIXIN1 ‫(260440580)‬ ‫‬

′Şoreşa me îdeolojîk û elaxqî ye′

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê li bajarê Dêrikê Seyda Gabar da zanîn ku ciwanên şoreşger li hember planên dijmin têkoşiyan û wiha got: ″Me şoreşa azadiyê li ser esasê nirxên exlaq û biratiya gelan ava kir. Dê vê oxirê de me gelek bedel dan. Ciwanên herêmê jî, li hember polîtîkayên qirkirina gelê Kurd û avakirina tevlîheviyan di navbera gelên herêmê de, bûn bersiv.″

Gabar diyar kir ku ciwan pêşengên civakê ne û divê di milên siyasî, exlaqî û bîrdozî de, bêne rêxistinkirin.

′Bila ciwan vegerin welatê xwe′

Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Fatma Silêman jî bang li ciwanên ku welatê xwe terk kirine, kir ku vegerin warên xwe û axa xwe rizgar bikin.

′Bi ruhê têkoşîna şoreşgerî canê xwe feda kir′

Bavê şehîd Hawar, Ibrahîm Osman destnîşan kir ku Hawar ji çûkaniya xwe de beşdarî nava refên şoreşê bû û bi ruhê têkoşîna şoreşgerî canê xwe feda kir. Osman soza şopandina riya kurê xwe da.DRK-CEWANEN-DRK-KONFRANSA-1-DARDIXIN1 ‫(1)‬

Piştî axaftinan, rapora salane ya ciwanên Dêrikê hat xwendin, rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin. Piştre jî li nerîn û pêşînyarên ciwanan hat guhdarkirin. Li ser vî esasî ev biryar hatin girtin:

*Têkoşîna li dijî hemû êrîşên li dijî Rêvebertiyê û rêxistinkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan.

*Bi ruhê berpirsyarî, bersivdayîna êrîşên li ser herçar parçeyên Kurdistanê.

*Divê ciwanên Dêrikê li ser esasê neteweya demokratîk, asta têkoşîna xwe bilind bikin.

*Ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê divê gelek hêz bêne avakirin. Ev yek erka ciwanane, di vê çarçoveyê de divê di salekê 500 ciwan beşdarî hêzên parastina Rojava bibin.

*Divê Komîteya Parastinê ya ciwanên Dêrikê bê xurtkirin û hejmara Endamên wê bibe 50 ciwanî.

*Pêşxistina çalakiyên sporê û avakirina stadeke ciwanan.DRK-CEWANEN-DRK-KONFRANSA-1-DARDIXIN1 ‫(260440583)‬ ‫‬

*Vekirina perwerdeyê ji bo ciwanên Dêrikê û divê di salekê de, 300 ciwan were perwerdekirin.

*Divê derbarê şerê taybet, madeyên hişbirê û xetereyên înternetê, semîner ji bo ciwanan bêne organîzekirin.

*Divê ciwanên Dêrikê li dijî xeta îxanetê xwe birêxistin bikin.

*Divê di salekê de, 100 Komînên ciwanan bêne avakirin.

*Divê her sal konferansa ciwanên Dêrikê were lidarxistin, Meclîs û Koordîneke nû bêne avakirin.

Di dawiya konferansê de, Meclîsa Ciwanên Dêrikê hat avakirin, Îsam Salih û Jiyan Tolhildan wekî Koordînasyona Giştî ya Rêvebirina Meclîsê hatin hilbijartin.

(mm)

ANHA