Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Ocalan serî hildan

DIBÊSIYÊ – Ciwanên bajarê Dirbêsiyê ji bo zelalkirina rewşa Ocalan, di çarçoveya kampanya ″Serî Hilde″ de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya YCR′ê de, ev tişt hat gotin:

″Dewleta Tirk di dema dawî de derbarê rewşa Ocalan de belav dike. Di vê demê de hat xuyakirin ku dijminên gelê Kurd Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê li ser qirkirina Kurdan li herêmê li hev kirine.

Li ser têkoşîna ciwanan a li hember hemû komployên dijmin, bernameya çalakiyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan wiha hat diyarkirin:

Kampanya ji meha Mijdara sala 2017′an dest pê dike û heta Newroza sala 2018′an didome.

Têkbirina komploya li ser Efrînê bi organîzekirina çalakiyên şermezarkirina komployê.

Teşhîrkirina dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê yên li ser Sûriyê.

Beşdariya meşa ku dê ji 22 heta 27′ê Mijdarê de were lidarxistin. Dê meş ji bajarên Serêkaniyê, Hesekê û Dêrikê dest pê bike û li bajarê Qamişlo bi dawî bibe″.

Di dawiyê de dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan hatin berzkirin.

(mm)

ANHA