Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Efrfîn: Hemleya me heta azadiya Ocalan wê bidome

EFRÎN – Rêveberê Navenda Ciwanan a Şehîd Asalan Partîzan Kerkûk diyar kir ku ewê tu carî derbarê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser herêmê bê deng nemînin û da zanîn ku dê hemleya xwe ya “Serî Hilde” heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bidomîn in.EFRIN-HEMLEYA-CIWANAN-BERDEWME-JI-BO-SEROKATI (3)

Yekîtiya Ciwanê Rojava(YCR) li gundê Hec Xelîl ji bo şêniyên herêma Raco ya kantona Efrînê civînek lidar xist. Rêveberê YCR`ê Partîzan Kerkûkî di civînê de axivî û diyar kir ku ewê hemleya “Serî Hilde” a ji bo  azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan heta azadiya Ocalan bidomînin.

Civîn ji bo diyar kirina rewşa tendurûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada şehîdan hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên gund beşdar bûn. Di civînê de her wiha rewşa dawî ya herêma Efrîn û berxwedan şêniyan a li hember êrîşan hate nirxandin.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê rêveberê navenda şehîd Aslan a Ciwanan a herêma Raco Partîzan Kerkûkî rewşa siyasî ya herêmê nirxand. Ji aliyekî din ve derbarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li herêmê û  kiriyarên wê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

EFRIN-HEMLEYA-CIWANAN-BERDEWME-JI-BO-SEROKATI (5) EFRIN-HEMLEYA-CIWANAN-BERDEWME-JI-BO-SEROKATI (1)

Kerkûk di axaftina xwe de tekez kir ku ewê derbarî êrîşên ku ewlehiya herêmê dixe xeteriyê tu carî bê deng nemînin û destnîşan kir ku pêwîste ciwan xeta parastina herêmê ji xwe re esas bigrin û wiha got: “Em weke ciwan heyanî nuqteya xwe ya dawî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bisekinin û heyanî dawiyê emê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bikin.”

Kerkûkî di axaftina xwe de tekez kir ku ew weke ciwan ji bo parastina gelê Rojava û bi taybet Efrîn wê canê xwe feda bikin.

Civîn bi pêxistina mişeleyan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

(bx)

ANHA

EFRIN-HEMLEYA-CIWANAN-BERDEWME-JI-BO-SEROKATI (2) EFRIN-HEMLEYA-CIWANAN-BERDEWME-JI-BO-SEROKATI (4)