Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Efrîn û Cizîrê çalakiyên xwe ji bo azadiya Ocalan didomînin

EFRÎN/QAMIŞLO – Yekîtiya Ciwanên Rojava li herêma Efrîn banga serhildana li dijî dijminên gelê Kurd kir da ku zextê li faşista Tirk bikin û ji rewşa tenduristî ya Ocalan haydar bin, li herêma Cizîrê jî çalakiyên ciwanan ya ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan berdewam in.

EFRÎN

Bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên navenda devera Reco ya kantona Efrînê li pêşiya navenda xwe kom bûn û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bilind kirin û daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî ku hin nûçe di derbarê rewşa tenduristî ya Rêber APO hatin belavkirin, em bang li tevger û saziyên navnetewî dikin ku rasterast destwerdana xwe bikin û bi awayekî ciddî mijarê bigirin dest, eger ev yek pêk nehat jî dê li hemberî bêdengiya xwe berpirsyar bin. Em weke ciwanên Rojava soz didin ku her endamekî me ji bo parastina Rêber APO bibe pêt û agirek û em ê Rêberê xwe bi rih û canê xwe biparêzin.

Bila faşizma Tirkiyeyê nas bike ku her endamekî me dê bibe bombeyek û di dilê dijminan de biteqe. Bê guman em ê bi fikr û felsefeya Rêber APO faşizma Tirkiyeyê hilweşînin û em ê komliya li dijî Rêberê me pûç bikin.

Ey ciwanên Rojava rabin li hemberî dijminên gelê Kurd derbikevin û li derdora serokê xwe bicivin ji ber ku Rêber APO misogeriya hebûna me ye.”

Daxuyanî bi durişmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê jî endamên Ciwanên Şoreşger rêzeçalakî li herêma Cizîrê li dar xistin û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bi dawîkirina tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin, kirin.

Şevê din Ciwanên Şoreşger li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo çalakiyeke li dar xistin û têde banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin. Çalakî heta saetên vê sibê dom kir.

Ciwanan her wiha pankartek bi navîsa “Ji bo azadiya Rêber Ocalan êdî sebr nemaye” bilind kirin.

Endamê Tevgera  Xwendekarên Demokratîk Ehmed Osman di derbarê mijarê de wiha got: “Em weke ciwanên Rojava komliya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em amade ne heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin.

Osman di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwan û jinên ciwan kir ku beşdarî çalakiyên li dijî helwesta faşizma Tirk  bibin.

Hêjayî gotinê ye çalakiyên li dijî helwesta hikûmeta Tirkiyeyê li 8 bajarên herêma Cizîrê heta ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere dibe berdewam bikin.

(ekîp/jh)

ANHA