Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Efrînê: Em ê li kêleka şervanan şer bikin

Dîmen

EFRÎN – Ciwanên Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê li hemberî êrîşên dagirkan berî xwe bidin eniyên şer û li kêleka şervanên parastinê şer bikin.

Ciwanên Efrînê, têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li qada Azadî ya bajarê Efrînê, ji aliyê rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Artêşa Tirk dagirker li dijî kantona Efrînê êrîşên hovane pêk tîne. Di destpêkê de bi navê Cebhet El-Nusra êrîşî 3 herêmên Rojava kir û ji beriya 7 salan ve hewl dide êrîşî Rojava bike da ku şoreşa wê têk bibe.

Em ciwanên Efrînê, li hember van êrîşan bê deng namînin, em ê li kêleka QSD, YPJ û YPG‘ê xaka Efrînê biparêzin. Dewleta dagirker ji beriya 8 rojan hewl dide herêma Efrîn dagir bike, lê nikare, ji be rem xaka pîroz diparêzin û em li eniyan şer bikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, nikarin vîna gelê Efrînê bişkînin, şervana derbeyên giran li wan dide, dê berxwedan berdewam be ta herêmê ji terorê paqij bibe, ji ber ku berxwedan jiyan e û teslîmkarî mirin e.

Em bang li ciwanên Rojava dikin ku bi zûtirîn demê de, biçin kantona Efrînê, Efrînê giyanê Kurdistanê ye, Efrînê bi ciwanan wê bi serkeve.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, ciwanan ji qada  Azadî heta çerxeriya Newroz meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê beriz kirin.

(bb)

ANHA