Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

EFRÎN – Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şerayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan ciwan û welatiyên kantona Efrînê meşiyan.EFRIN-MESA-CIWANA (7)

Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê di çarçoveya hemleya  “Serî Hilde” de ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah meşeke hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Şera û Meydanekê jî beşdarî meşê bûn.

Meşvanan ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya jinên Ciwan, Kongreya Star û TEV-DEM‘ê hilda bûn ji Mezara Şêx Berekat dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke yên navçeyê geriyan.EFRIN-MESA-CIWANA (2)

Di wê navberê de, dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina tecrîdê hatin avêtin.

Meş li stadyoma navçeyê veguherî mîtîngê.

Çalakvanan piştî rêzgirtinê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Navçeya Şera Lîna  ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku armanc ji tecrîdê ew e ku gel ji fikir û felsefeya Ocalan were derxistin. Her wiha hate gotin “Wê tecrîd bandorê li ser me neke, em ê heya azadiya Ocalan têkoşîna xwe berdewam bike.”EFRIN-MESA-CIWANA (3)

Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Navçeya Meydankê jî Silêman Reşîd jî axaftin kir û got ” Em wekî ciwanên Rojava di azadiya Ocalan de azadiya xwe dibînin, bersiva me wê berxwedan û serhildan be, em ê li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin û xeta şehîdên xwe berdewam bikin.”

Çalakî bi dirşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA

EFRIN-MESA-CIWANA (6) EFRIN-MESA-CIWANA (4) EFRIN-MESA-CIWANA (1) EFRIN-MESA-CIWANA (8)