Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Efrînê meşeke meşelyan li dar xistin

EFRÎN – YCR′ê li herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê ji bo zelalkirina rewşa Ocalan, meşeke meşeleyan li dar xist. EFR-CINDIRESE-MESA-CIWANAN-DI-PENGAVA-SERIHILDE1 (1)

YCR′ê di çarçoveya kampanya ″Serî Hilde″ de, li herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê meşeke meşeleyan li dar xist.

Meş ji ketina herêmê Cindirêsê dest pê kir û ciwanan alên YCR′ê, Yekîtiya Jina Ciwan û TEV-DEM′ê hildan û dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin.

Meş li pêşiya Mala Gel a navçeyê rawestiya û li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre ciwanan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: ″Em tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide me ji felsefeya Ocalan dûr bixe. Lê ev kiryar bandorê li ser me nakin, ji ber ku bi felsfeya Ocalan vîna me xurt bûye. EFR-CINDIRESE-MESA-CIWANAN-DI-PENGAVA-SERIHILDE1 (3)

Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan şer dike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd derb bike. Her wiha bi dagirkirina Idlibê jî hewl dide herêma Efrînê dagir bike.  Em ê li hember vê yekê berxwedana xwe bidomînin û tu kes nikare axa me dagir bike.

Banga me ji ciwanan re heye ku beşdarî nava refên şoreşê bibin, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û parastina Ocalan li hember dewletên dagirker bibin topên ji agir″.

(mm)

ANHA