Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Ereb ên Girê Spî êrîşên li ser Efrînê protesto kirin

GIRÊ SPÎ – Ciwanên Ereb ên kantona Girê Spî bi çalakiyekê êrîşên li ser Efrîn protesto kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana wê re nîşan dan.

Yekîtiya Ciwanên Ereb a kantona Girê Spî bi armanca şeremzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û piştgiriya bi berxwedana wî re li çerxeriya Qefes a kantonê çalakiyeke li dar xistin.

Bi dehan ciwanên Ereb beşdar çalakiyê bûn. Ciwana alên QSD‘ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn agir pêxistin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û QSD‘ê di avêtin.

Ciwana her wiha piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re anîn ziman û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

(bb)

ANHA