Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Ereb: Heya rêberê me azad nebe, em ê nesekinin

ŞAHBA – Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a kantona Şahbayê daxwaza eşkerekirina tenduristiya Ocalan kir û destnîşan kirin ku azadiya gelan ji azadiya Ocalan e. Ciwanan gotin: “Heya rêberê me azad nebe, em ê nesekinin.”SEHBA-CIWANEN-EREB (2)

Çalakiyên şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên derbarê bêdengiya li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di vê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a kantona Şehbayê meşek bi erebeyan organîze kir.

Meşa dehan ciwanan ji navçeya Kefer Naya ve dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê û herêma Til Rifet û navçeyên Ehrez , Fafîn, gundê Um El-Qura û heta gundê Şêx dewam kir. Ciwanan di vê navberê de durişmeyên daxwazkirina eşkerekirina rewşa Ocalan de beriz kirin.

Meşa bi erebeyan, li gundê Şêx veguherî mitîngê, li wir bi dehan şêniyên gund beşdarî çalakiyê bûn. Ciwanan li qada gund piştî agirê vêxistin daxuyaniyek dan.SEHBA-CIWANEN-EREB (1)

Daxuyanî ji aliyê Endamê tevgerê Yaşêr Şobek ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn, rêbertî ji 18 salan ve di zîndana îmraliyê de ye. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî rêberê me hemû cureyên tundiyê dide meşandine. Tu agahiyan derbarê rewşa rêberê me nade. Dewleta Tirk destur nade ku malbat û parêzer hevdîtinan bi rêbertî re pêk bîne.

Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe Rojhilata Navîn ronî kir. Em wekî Ciwanên Ereb ên Demokratîk kurd û ereb daxwaza azadiya Rêber Abdulah Ocalan dikin, ji ber ku azadiya rêbertî ji azadiya gelan e. Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker rêberê me di girtîgehê de bihêle em ê li ser fikir û felsefeya wî bimeşin, heger hûn karibin vê fikrê rawestînin, wisa bikin, em ê wê demê wekî mertalekî bi hêz li hemberî van komployan rawestin.SEHBA-CIWANEN-EREB (4)

Rêber Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, lê belê ew Rêberê hemû gelên cîhanê ye. Lewma jî em daxwaza eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî dikin. Divê hemû cîhan zanibe ku rêbertî ne bi tenê ye, lê belê hemû gelên azadîxwaz li pey wî ne.

Li ser vê yekê, wekî Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk em banga bilindkirina dengê demokrasiyê, dengê rakirina tecrîda li ser Rêberê me, her wiha banga rawestandina kiryarên hikûmeta Tirk dikin. Bila her kes nas bike ku em dest ji daxwazên xwe bernadin, em ê xeta xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi durişmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bû

(rr)

ANHA