Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Ereb jî komplo şermezar kirin

ŞAHBA – Tevgera Ciwanên Ereb komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir.

Derbarê vê yekê de Tevgera Ciwanên Ereb, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

″Komploya navneteweyî ya ku derbasî sala xwe ye 19′emîn bû, hişt ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9′ê Cotmeha sala 1998′an de ji Sûriyê derkeve. Bi vê yekê dewletên desthilatdar dixwazin gelên azadîxwaz bêdeng bikin û gelên Kurd, Ereb û Tirk li hember hev sor bikin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe, komployên herêmî û navneteweyî bin xistin. Îro jî dewleta Tirk a faşîst operasyonên xwe yên leşkerî li Bakurê Kurdistanê zêde kirine, da siyaseta demokratîk a gelê Kurd gelê bin bixe. Ji ber vê yekê parlementeran digire û weşana dezgehên ragihandinê radiwestîne.

Destekdayîna DAIŞ′ê li hember şoreşa Rojava, komployeke din a li gelê Kurde.

Wek Tevgera Ciwanên Ereb ên Kantona Şahbayê em ê bi hemû hêza xwe li gel hêzên demokratîk têbikoşin. Em komploya li dijî Ocalan şermezar dikin û banga bilindkirina asta têkoşînê li gelê xwe dikin″.

(mm)

ANHA