Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Ermen xwe di nava MSD‘ê de bi rêxistin dikin

HESEKÊ – Ciwanên Ermen ên bajarê Hesekê ji bo avakirina meclîsa xwe di nava Meclîsa Sûriyaye Demokratîk de komîteya amadekar ava kirin.HSK-ERMENI- XWE-BI-REXISTI0.N- DIKIN (1)

Li ser daxwaza ciwanên Ermen ên bajarê Hesekê ji bo avakirina meclîseke taybet ji ciwanên Ermen di nava Meclîsa Sûriyaye Demokratîk de, Meclîsa Sûriyaye Demokratîk civînek (MSD) li wan re li dar xist.

Civîn li avahiya Meclîsa Taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di civînê de ji Rêvebera Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk Berçem Xelîl, Nûnera Ciwanên Ermen di Meclîsa Sûriyaye Demokratîk Êva Îsa û bi dehan ciwanên Ermen ên bajêr amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji Rêvebera Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk Berçem Xelîl bal kişand ser rewşa ciwanan bi destpêka aloziya Sûriya re û got: Bi destpêka aloziya Sûriye rola ciwanan hate paşguhkirin. Her aliyek di Sûriya de hewl dida ciwanan bi aliyê xwe ve bikşînin da ku wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin”.

Berçem Xelîl anî ziman ku bi pêvajoya Şoreşa Rojava re rola ciwanan di her qadan de pêşeng bû û got: ” Şoreşa Rojava riya rast nîşanî ciwanan kir, ciwan hatin birêxistinkirin û ji her çalakiyan re pêşengî kirin.”

Rêvebera Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk Berçem Xelîl sedema lidarxistina konfransa ciwanan bi bîr xist û got ku armanca Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk ku rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan e da ku rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.HSK-ERMENI- XWE-BI-REXISTI0.N- DIKIN (2)

di dawiya civînê de, 5 ciwan wekî endamên komîteya amadekar a avakirina Meclîsa Ciwanên Ermen a bajarê Hesekê û gundewarên wê hatin hilbijartin.

Nûnera Ciwanên Ermen di Meclîsa Ciwanên Sûriyaye Demokratîk Êva Îsa ji ajansa me re diyar kir ku erka dikeve li ser milê wan ew e ku bi ciwanên ji hemû pêkhate mezheb û ol re bibin peywendîdar da ku wan di nava Meclîsa Sûriyeye Demokratîk de werin birêxistinkirin. Êva Îsa got: “Armanca me yekîtiya hemû ciwanan di bin banê Meclîsa Sûriyaye Demokratîk de. Pêwîstiya welatê me Sûriya bi me heye, gereke em xwedî vê erkê bin.”

(bb)

ANHA