Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Girê Spî: Azdiya Ocalan azadiya gelan e

GIRÊ SPÎ- Ciwanên kantona Girê Spî daxwaz kirin ku rewşa tenduristî û ewlekarî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were eşkerekirin û diyar kirin azadiya Ocalan azadiya gelan e. Yekîtiya Ciwanên Rojava, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Girê Spî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş da û banga diyarkirina rewşa Ocalan kirin.

Ciwanan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên ciwanan, pankartên bi nivîsên şermekarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin, daxuyanî dan, daxuyanî ji aliyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Azad Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga diyarkirina rewşa ewlekarî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin ku azadiya gelên herêmê ji azadiya Ocalan. Ciwana her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe heya azadiya Ocalan bidomînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Wekî tê zanîn 18 sal in, Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye. Dewleta Tirk li hember wî hemû cûreyên tundiyê dimeşîne. Tu agahî li ser Rêbertî nayê girtin. Tirkiyê destur nade ku malbat û parêzer wî bibînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ocalan bi felsefeya xwe Rojhilata Navîn ronî kir û wiha hate domandin: “Em wekî ciwanên, kurd, ereb, ermen û tirkmen azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin, ji ber ku azadiya gelan ji azadiya Rêber Ocalan e. Çiqasî we rêberê me di girtîgehê de bihêlin, em ê xwedî li ramanê wî derkevin û hûnê nikarbin felsefeya wî tarî bikin.”

Ciwanan diyar kirin ku Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e û wiha hate gotin: “Ocalan rêberê tevahî gelan e. ji ber vê yekê em banga diyarkirina rewşa wî ya tenduristiyê dikin. Bila tevahî cîhan nas bike ku Rêbertî ne bi tenê yê, lê belê hevahî gelên ku xwedî li fikirê wî derketine, li gel wî ne. “

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wekî ciwanên Girê Spî banga bilindkirina dengê demokrasî û rakirina tecrîda li ser Rêberê xwe dikin. Bila her kes nas bike ku em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Ocalan bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em soz didin Rêberê xwe ku em pergala Îmralî hilweşînin, wekî çawa te bi fikir û felsefeya xwe me me ji koletiyê rizgar kir, em soz dikin ku em ê te rizgar bikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, ciwanan dirûşmeyên “Gel azadiya Ocalan dixwaze, bi can, bi xwîn em bi te re ne serok û bê serok jiyan nabe” beriz kirin”

(bb)

ANHA