Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Girê Spî seferberî ragihandin

GIRÊ SPÎ – Tabûra parastina ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Girê Spî li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê seferberî ragihandin.GIRE SPI-CIWANAN-SEFIRBERI-ILAN-KIRIN (2)

Tabûra parastinê ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Girê Spî bi armanca piştgiriy ji bo Efrînê merasîmeke bi erebayan ku li nava bajêr de geriyan lidarxist, paşê bi daxuyaniyeke ji bo ‘Berxwedana Serdemê‘ ya Efrînê seferberî ragihandin.

Di daxuyaniyê de erîşên artêşa

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê hate şermezar kirin, hate gotin ku hemû hewldanên artêşa faşîm a dagirkirina Efrînê li hemberî berxwedaniya şervanên QSD‘ê şikestin.

Ciwanên di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ne cara yekemîn e ku hikûmeta Tirkiyê destwerdana karûbarên Sûriyeyê  dike û wiha dom kir “Hikûmeta Tirk dixwaze ewlehî û aşîtiya herêmên ku ji komên terorîst hate rizgarkirin bixwe xeteriyê û projeya neteweya demokratîk ku pêşengê wî Rêberê Abdullah Ocalan têk bibe.”GIRE SPI-CIWANAN-SEFIRBERI-ILAN-KIRIN (3)

Ciwanan ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûriyê seferberî ragihand û ev tişt diyar kirin” Ji bo Parastina pêkhateyên Sûriyê, Kurd, Ereb, Tirkumen, Ermen û Suryan ji hovîtiya Tirkiyê  em seferberiyê radighînin. Em bang li dewletên cîhanî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên Mirovan dikin ku li dijî nêzîkatiyên hikûmeta Tirkiyê erka xwe bi cih bîne û êrîşên faşîzma Erdogan rawestîne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên; bijî Efrîna Azad, bijî Sûriyeya azad û demokratîk, bijî Rêber Abdullah Ocalan û bi can û bi xwîn em bi te re ne Efrîn.”

(bb)

ANHA