Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên gundên rizgarkirî tevlî QSD′ê dibin

Dîmen

NÛRHAN EBDÎ

REQQA – Ciwanên gundên Cabera Şerqî û Xerbî yên rizgarkirî ji bo rizgarkirina axa xwe, tevlî nava refên QSD′ê dibin.REQQA-SIVIL-GOND-CEBER-TEVLI-QSD-DIBIN6

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 25-26′ê kanûna sala 2016′an de gundên Cabera Şerqî û Xerbî rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê şêniyên wan gundan vegeriyan cih û warên xwe û ciwan beşdarî nava refên QSD′ê dibin.

Ciwanê bi navê Ebdullah da zanîn ku ew ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê tevlî nava refên QSD′ê bûne û wiha axivî: ″Armanca me ew e ku em tevahî axa xwe ji çeteyan rizgar bikin û biparêzin.″

Ciwanê bi navê Ebdulhekîm Ebdullah bang li ciwanên herêmê kir ku cihê xwe di nava refên QSD′ê de bigirin û ev tişt got: ″Berpirsyariya parastina welat ji ciwanên wê tê xwestin.″

Hezar û 500 ciwan ji gundên rizgarkirî yên girêdayî Reqqayê tevlî nava refên QSD′ê bûn û cihê xwe di Hemleya Xezeba Firatê de girtin.

(mm)

ANHA

REQQA-SIVIL-GOND-CEBER-TEVLI-QSD-DIBIN1 REQQA-SIVIL-GOND-CEBER-TEVLI-QSD-DIBIN2 REQQA-SIVIL-GOND-CEBER-TEVLI-QSD-DIBIN4 REQQA-SIVIL-GOND-CEBER-TEVLI-QSD-DIBIN5