Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ciwanên Helebê bi yek dengî azadiya Ocalan qîr kirin

HELEB – Ciwanên bajarê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û bi yek dengê azadiya Ocalan qîr kirin.HLB-CIWANE-HELEBE-MESK-JI BO-REBER-APO (2)

Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Helebê di çarçoveya hemeleya “Serî Hilde” de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan meşeke li dar xistin.

Bi sedan ciwanên ji taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê beşdarî meşê bûn.

Ciwanên ku alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartinên “Ciwan fedayî Apo ne” hilda bûn ji qada 7 Şehîdan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke de meşiyan.

Di wê navberê de dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin berizkirin. Meşa li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya beşê rojavayê taxê veguherî mitîngê.MIHEMED QERE

Li wir deqeyeke rêzgirtinê pêk hat. Cîgirê Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Efrîn Mihemed Ferhand got ku bi saya kombûna gel li derdora Ocalan hemû pîlanên li ser wî hatin hatin ferizkirin têk çûn.

Ferhan tekez kir ku ew ê hetanî azadiya Ocalan çalakiyên xwe dewam bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

(bb)

ANHA